Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê

Çîyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çîyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çîyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek
Çîyayê Şerefdînê ji hêla av û gîhayê pir dewlemend e. Zozanên wê pir in, gelek zozanvan tên van zozanan. Zozanên herî bi nav û deng ev in: Çalkavya, Bazirganan, Qendîl, Mêrgemîr[1]… Li ser zozanên Şerefdînê cîhê herî navdar û fireh Meydana Hirçan (Meydana Heşek, Eşek Meydani) e.
Hêla başûrê vî çîyayî ya ber bi Çemê Mûradê pir asê ye. Li rojava û rojhilatê Bongilanê (Solhan) hin erdên dûz, rast hene, ew jî piçûk in. Li vê hêlê darên mazî pir in, darên fêkî bi taybet jî tû pir in, darên gûz û hirmîyê jî hene.
Çîyayê Şerefdînê li hêla bakur ber bi Çemê Hesnawe (Hasanova) û Çemê Baskan ve nizm dibe. Ber bi Gimgimê li derdora Gundê Mîran (Çayçati) berîyek heye.
Li Rojhilatê Berîya Gundê Mîran, Girê Kanîspî (1800 m.) bilind dibe. Li hêla bakur jî 3 çîya hene; li bakurê Çemê Baskan Çîyayê Çapank, ber bi Rasta Xormekê Çîyayê Greboxan (2050 m.), ber bi rasta Gimgimê Çîyayê Leylegê (2100 m.) û li paş wê jî Çîyayê Kurê.
Çîyayê Bîngolê girseyeke mezin û bilind e. Ji bakurê rojava ber bi başûrê rojhilat li dor 120 kîlometreyan dirêj dibe. Li ser vî çîyayî hin girên mezin bilind dibin: Ber bi Deşta Xinûsê (Hinis) Girê Kelê (Kaletepe) an Girê Bîngolê (3194 m.), tûjik û girê herî bilind e. 7 kîlometre li rojavayê vî girî Girê Beranan (3189 m.) bilind dibe. Di navbera Girê Kelê û Girê Selereş de newalek bi qasî 5 kîlometreyan dirêj û kîlometreyekê fireh heye. Ji vê deverê re Hûrikan (Kortikan) tê gotin, zanga (krater) Çîyayê Bîngolê ya sereke ev newal e. Di vê newalê de, ber bi Girê Selereşê Gola Sîtilan heye. Ev gol pir kûr e, hêla başûr pir tîk e. Li rojava çemek derdikeve, bi navê Coya Bastikê ber bi Çirava Eltûnan diherike û dibe şaxekî Çemê Erezê. 5 kîlometre li başûrê rojavayê vê golê, li Mêrga Şewitî golek piçûktir, Gola Çaqilê heye ku havînan zuha dibe. Derveyî van golan bi sedan golên piçûktir hene ku piraya wan di meha Tebaxê de zuha dibin.
Li rojava û başûrê Girê Qele Zozanên Ger; li başûrê Girê Beranan jî Mêrga Şewitî (3050 m.) hene. Li rojhilatê Mêrga Şewitî, newalek heye ku li dor 800 metre dirêj û bi qasî 200 metre jî fireh e. Jêrê vê newalê avzêm e. Li gor agahîyên niştecîyên vê deverê, di dema borî de hin caran dûxan ji vê newalê bilind bûye û qet gîha lê şîn nehatîye. Li gor vê agahîyê ev newal zangek (krater) volkanî bû ye, Lê paşê av lê kom bûye û gîha lê şîn bûye.
Çemê Goşkarê, ji Çîyayê Bîngolê derdikeve û ber bi Gimgimê; wek kefa sabûnê ser kevir û zinaran digire û pê re jî dike lorîn û diherike. Di vî çemê zelal de masîyên alabalix pûl bi pûl in. Li aliyê rojava Çiyayê Guhazêrîn bi belekîyên xwe bilind dibe û digîhêje Çîyayê Goşkarbaba (2750 m.). Goşkarbaba, wek silûmekî zirav bilind dibe û ji Kurdên Alawî re dibe cîyekî pîroz. Li wê derê îbadet, girî û lawayên wan, gilî û gazinên wan qet kêm nabin.
Di rêzê de ber bi rojhilat ve Çiyayê Hazirbaba, wek nikilekî bilind dibe û her weha ew jî ziyaretgehek e. Di rêza Hazirbaba de ber bi rojhilat ve seranser çiyayên bilind rêz dibin. Di nav van çiyayên bilind de Newala Hotan, bi kûrahiya xwe û çemê xwe, xwe digihîne Gundê Gulikê û Çemê Gulikê. Çemê Gulikê, ji Xoşan derbas dibe û li deşta Gimgimê digîhêje Çemê Goşkarê û navekî din digire; Çemê Sûs. Çemê Sûs, di ber Şerefdîn re derbas dibe û di bin Pira Evdirehman Paşa de digîhêje Çemê Muradê.
Piştî Çemê Gulikê, Çîyayê Toraqan (2850 m.) bilind dibe. Rojavayê Çemê Goşkarê bilindayîyeke girseyî ye. Ber bi Deşta Xormekan (Xormekê) û Gundê Stukranê (Çaylar, gundê Gimgimê ye) Çîyayê Sorpalak (2800 m.) bilind dibe. Li hêla rojhilat tam li hember vî çîyayî, Çîyayê Kumnakşan heye, li ser vî çîyayî girê herî bilind Girê Sor e (2850 m.). Hîn li rojava Zozanên Çelker hene, Zozana Batimê jî li vê deverê ye.
Li ser Çîyayê Bîngolê girê herî mezin Kox (3500 m.) e, di navbera Xinûs û Gimgimê de dimîne, zozanên bi nav û deng (Mêrga Xalitan, Mexelê Sor…) li vir in, di demên borî de havînan Eşîra Berîtan, dihat van zozanan bi reşmalên xwe bi cî û war dibûn.
Çîyayê Guhazêrîn, di bilindayiya xwe de yekem di Îlonê de qirê berfê digire û tu dibejî qey agahiya zivistanê dide. Ji ber ku li gelek gundan di bilindayiya xwe de xwiya dike.
Çîyayê Bîngolê, di navbera Tatos (Tekman), Xinûs (Xinis), Gimgim (Warto) û Kanîreşê (Qarliowa) de dimîne. Li ser berîya Xinûs, bi taybet jî li ser berîya Gimgimê wek dîwar an maseyekê bilind dibe. Li erdê vê deverê derz (fay) hene ku hîn jî dibin sedemê erdhejan. Di sala 1966an de du erdhejên mezin li derdora Gimgimê pêk hatine (07-Adar-1966, 19-Tebax-1966). Erdheja di Tebaxê de mezintir bûye, li dor 2500 kes mirine û hima hima hemû avahî xera bûne.
Barîna Çîyayê Bîngolê pir e; berf zêde zêde dibare, çem û newal bi berfê tên dagirtin, çîya wek girseyek bilind û dûz xwîya dike. Li palên başûr gelek tevgerên aşîtê pêk tên. Bi taybet jî, li derdora Çemê Koşker, Çîyayê Sorpalak û Qûmnakşanê aşît dibe sedemê gelek xeteran, li van deveran gelek kerî (pez) û mirov di binê aşîtê de mane.
Çîyayê Bîngolê ji vê herêmê re wek embara (depo) avê ye. Gelek av ji vî çîyayî xwe bera ser çemên Erez û Mûradê didin. Çavkanîyên Çemê Erezê yên destpêkê ji vir, ji navbera Girê Beranan û Mêrga Şewitî derdikevin, ji vê deverê re Heft Newal tê gotin. Çemên xwe bera ser Mûradê didin pirtir û mezintir in.
Jorê Çîyayê Bîngolê, rût e, dar û ber pir kêm e. Li palên rojava, rojhilat û başûr hin darên mazî hene. Li hêla ber bi Xinûsê hin darên gûzê hene. Gelek heywanên dirinde li ser vî çîyayî dijîn: Hirç, beraz, gur, rêvî, kîrgo, pezkovî… Rêvîyên reş li vê deverê bi nav û deng in, lê çiqas mane ne dîyar e.
Çîyayê Bîngolê ber bi bakur ve hêdî hêdî nizm dibe, Zozana Xerabê Sor û Zozana Çeto li vê hêlê ne. Li bakurê Çîyayê Bîngolê, rastên Pasîn û Erziromê, li rojhilat Çîyayê Şeqşeqê heye, ji vê deverê re Rasta Tatosê (Tekman) tê gotin.




[1] “Mirov ku ji Gelîyên Berazan diçe Elezgirê, di ser çiyayê Mêrgemîrê re derbas dibe. Dema ku em derketin ser Mêrgemîrê, li fêza kaniya Hêlê, çiyayê Kosedaxê bi wê heybeta xwe ve derkete pêşiya me.” Ahmet Aras, Hinar, Bultena Kurdî-Derê ya şaxa Îzmîrê, sal 1, hejmar 2.

Deştên li derdora Gola Wanê

Di navbera Gola Wanê û çîyayên ku ev gol dorpêç kirine de hin deştên piçûk henin. Gol û çîyayên bilind tesîreke erênî li îklîma van deştan dike, îklîma van deştan hîn germtir e. Ji ber vê yekê tevî ku ev deşt bilind in jî (1668-1750 m) li van deştan gelek fêkî û sebze şîn dibin: Hirmî, gilyaz, wîşne, xox, mişmiş, tirî û hwd.
Deşta Wanê (150 km2), li rojhilatê Gola Wanê dimîne, çîyayên ku li bakur, rojhilat û başûr dimînin vê deştê dorpêç dikin. Wan, li rojavayê vê deştê dimîne. Deşta Sixke (Bostaniçi, gundê Wanê ye), li bakurê rojhilatê Wanê dimîne. Gola Keşîş, li rojhilatê Çîyayê Erek dimîne, ava vê golê bi coyan (qanal, kanal) re di nav Deşta Sixke re derbas dibe û digîhêje Wanê. Çemê Kurbaş (Kurubaş, gundê Wanê ye), ji başûrê Çîyayê Erek derdikeve û di nav Deşta Wanê re derbas dibe. Ava Mecînger ya ku ji gelîyê Çemê Xoşabê derdiket digîhaşt ser Coya Şamran (Şamran Kanalı), di nav deştê re derbas dibû, ev coya ku dirêjahîya wê 50 km bû digîhaşte heta Wanê. Deşta Wanê, ber bi başûrê rojhilat ve dirêj dibe û her ku diçe tengtir dibe, Edremîd a ku bi bexçeyên xwe navdar e li serê vê deştê, li ber Gola Wanê dimîne.
Deşta Xawesor (190 km2), li derdora Çemê Xoşabê dimîne û digîhêje ser Gola Wanê. Deşteke berdar e, li derdora Gola Wanê genimê herî baş li vê deştê û li Nîvgirava Arîn (Göldüzü, gündê Elcewazê ye) ya ku li rojhilatê Çîyayê Sîpanê ye şîn dibe.
Deşta Canîk (Tîmar, Gedikbulak), li bakurê Wanê, di navbera Çemê Mermêt û Gola Wanê de dimîne. Ev deşt, ji bakurê rojavayê Gola Erçek dest pê dike û digîhêje ser Gola Wanê. Çîyayê Îrînî, di nav vê deştê de dimîne û seranserîya deştê xera dike. Li vê deverê gundên ku herî pir darên fêkî lê şîn dibin ev in: Mele Qasim (Mollakasım), Îrîrîn (Dağönü), Ayanîs (Ağartı), Alakoy (alaköy), Şahgeldî (Şahgeldi) û hwd.
Deşta Bêgirê (Bargirî, Mûradîye, 112 km2), li jêrê Çemê Bendîmahî dimîne û ber bi Gola Wanê dirêj dibe, ev deşt bi Derbenda Gûndurme re digîhêje ser Deşta Abaxa. Ev deşta ku li her du alîyê Çemê Bendîmahî dimîne û ber bi Gola Wanê nizm dibe wek sinîyekê dûz e. Ev deşt li derdora çîyayên ku ew dorpêç kirine bilind dibe. Çîyayê Ersuk-Axsorik (Aksurik), li rojhilatê vê deştê dimîne. Geşta Bêgirê, ber bi rojava ve, ber bi Çîyayê Ersuk û Ernîs (Ünseli) ve, li derdora Kanîkan ve teng dibe û digîhêje ser Çemê Tûcî.
Deşta Erdîşê, piştî Çemê Tûcî dest pê dike û ber rojava ve dirêj dibe, ji Deşta Bêgirê firehtir e (150 km2). Axa vê deştê ya reş û qalin pir berdar e. Çemên Zîlan, Êrîşad (Aşağı- Yukarıışıklı), Yekmal (Yalındam, gundê Erdîşê) û Tûcî di nav vê deştê re derbas dibin. Çîyayên Eledax û Sîpanê, Deşta Erdîşê ji sar û seqema ku ji bakur tê disitirîne, ji ber vê yekê hewaya vê deştê hîn germtir e. Ji ber ku hîn germ e û çemên ku di nav deştê re derbas dibin hîn pirtir in, li derdora Gola Wanê deşta herî berdar û dewlemend Deşta Erdîşê ye. Li vê deştê gelek fêkî, sebze û zad şîn dibin. Tirîyên herî pir û herî baş li binê girên Zirnakî şîn dibin. Erdîşa kevn, li qiraxa Gola Wanê ava bûbû, lê ji ber ku ava golê bilind dibû û navçe di binê avê de dima, Erdîşa Nuh 5 kîlometre li bakurê golê hat avakirin. Rêyên Wan, Agirî û Elcewazê li Erdîşê digîhêjin ser hev.
Deşta Arîn, li ser Nîvgirava Arîn (180 km2) dimîne, deşteke pêlpêlî ye, bi axeke reş û qalin hatiye nixumandin, li derveyî hêla bakur ya ber bi Norşênê kevir qet xwiya nakin. Ev deşt, ji hêla avê ve pir feqîr e, qet tu çem li ser vê deştê tuneye, heta kanîyên wê jî pir kêm in. Genimê vê deştê pir bi nav û deng e. Gundê Arîn (Göldüzü) û Gola Arîn (Sodalı göl, 15 km2), di nav vê deştê û Gola Wanê de dimînin, soda (sode) di ava golê de pir e. Ev deşt, piştî Gola Arîn teng dibe, paşê bi dawî tê û Deşta Elcewazê dest pê dike.
Deşta Elcewazê, di navbera Sîpan û Gola Wanê de dimîne. Ji çîyayên ku li bakurê Elcewazê ne hin çem xwe bera ser vê deştê didin. Çîyayên bakur, ji hêla sar û seqemê jî Elcewazê disitirînin, Gola Wanê jî tesîreke erênî li îklîma Elcewazê dike. Li her du alîyên Elcewazê jî bexçeyên fêkî henin, li van bexçeyan gûz, mişmiş, hirmî, tû û hwd şîn dibin. Mişmişên Elcewazê pir bi nav û deng in. Kela Elcewazê, li rojavayê navçeyê dimîne. Deşta Elcewazê, ber bi Xelatê ve dirêj û tengtir dibe, li derdora Xaskundirik (Bahçeder) û Sor (Uludere) firehtir dibe.
Deşta Xelatê, ji hêla avê ne pir dewlemend e, Çemê Madawans (Madavans, Kaşdere) ji hêla rojava ve xwe bera ser vê deştê dide. Fêkî û sebzeyên ku li Elcewazê şîn dibin li vir jî şîn dibin, gûzên Xelatê pir zêde ne û pir bi nav û deng in. Deşta Xelatê ber bi rojava ve dirêj dibe, piştî 10 kîlometreyan Çemê Karmûç (Yeniköprü) dikeve nav vê deştê.
Piştî Çemê Karmûç erd bilind dibe, li rojavayê Vêştong, Zixak û Kizwakê, ber bi Nemrûdê ve Girfeqî (Girê Feqî, Girfakî) bilind dibe.
Deşta Rahwaya Piçûk, piştî Kizwakê (Kıyıdüzü) dest pê dike û heta Tûxê (Tûx, berê gundekî dîrokî û qedîm bû, anuha bûye taxeke Tatwanê) dirêj dibe. Tatwan di nav vê deştê de dimîne.
Deşta Kavarê (7 km2), bi qasî deh kîlometreyan li rojhilatê Kotomê (Küçüksu) dimîne û ber bi Gola wanê ve fireh dibe. Axa vê deşta ku di nav çîyan de dimîne berdar e û genimê vê deştê navdar e. Şamanîs (Bolalan), li derdora vê deştê ye û li vê derê darên fêkî şîn dibin.
Deşta Axkîs, li başûrê Gola Wanê deşta herî mezin e (50 km2). Her sê alîyên deştê bi çîyan hatine dorpêçkirin, li alîyê bakur yê ber bi golê jî bilindahîyeke 200 metre heye ku deştê ji golê vediqetîne. Ji hêla rojava û başûr du çemên piçûk dadikevin ser vê deştê, ev her du çem di nav deştê de digîhêjin ser hev û wek Çemê Koms ber bi bakur ve diherike. Ava van çemên di nav vê deştê de, gava ku di demsala biharê de berf dihele pirtir dibe û li hêla bakur Gola Axkîsa çêdibe. Lê di havînê de ava golê di binê erdê re diherike ser Gola Wanê û ev gol zuha dibe.

Di navbera Gewaş û Çîyayê Beleko (Alacabük, li başûrê Gola Wanê, di navbera gundên Înê û Tîmar de dimîne) de deşteke din heye, ne pir fireh e, ji başûr ber bi golê ve nizm dibe. Di nav vê deştê de çend çem derbas dibin, çemê herî muhîm Duava Şatûva ye. 

Çemê Mûradê

Çemê Mûradê, bi dirêjahî (600 km, Ava Reş 330 km) û tejaneya (31000, Ava Reş 16600 km2) xwe du qatan ji Ava Reş mezintir e. Çemê Mûradê, ji bakurê Çîyayê Eledaxê dest pê dike. Ji bakurê Eledaxê gelek av derdikevin, digîhêjin ser hev û dibin destpêka Çemê Mûradê. Ji vê devera ku gelek av jê derdikevin re Çilkanî (Kırkmemba) û ji devera ku Çemê Mûradê dest pê dike re jî Serê Mûradê (Muratbaşı) tê gotin. Avên ku ji Çilkanî, Girê Mûradê û Zozana Gulîzar derdikevin, li derdora Diyadînê digîhêjin ser Çemê Mûradê. Çemê Mûradê, piştî Diyadînê ber bi bakurê rojava, ber bi Deşta Zêdkan (Eleşkirt) ve diherike, li derdora Agirî (Ağrı, Karaköse) ji hêla bakur û başûr gelek av tev li vî çemî dibin.
Çemê Şîryan, ji hêla rojava, ji binê Çîyayê Mêrgemîr tê, dikeve nav Deşta Zêdkan û li başûrê Agirî digîhêje ser Mûradê. Ji hêla bakur Çemê Çeto (Cumaçay) di nav deştê re derbas dibe û li başûrê rojavayê Agirî digîhêje ser Mûradê.
Çemê Mûradê, li başûrê Agirî, piştî ku Çemê Şîryan tev lê dibe ber bi başûrê rojava ve diherike û dikeve nav Derbenda Xemûrê (Xamir, Hamur) ya teng û kûr. Çemê Mele Osman (Elmalıdere) yê ku ji Çîyayê Mêrgemîr tê li başûrê Dutaxê (Tutak) tev li Çemê Mûradê dibe. Çemê Mûradê, di navbera çîyayên Qerego (Lale) û Katawîn (Top) de dikeve nav Derbenda Pira Masîyan (Aradere), piştî vê derbendê çemên Badîşan û Şekrîk tev li Mûradê dibin.
Çemê Mûradê, li derdora Melezgirê ber bi rojava ve diherike û dikeve nav Deşta Kopê (Bulanık). Çemên Şor, Xinûs û Heftreng li derdora Qereaxilê, li rojavayê Kopê tev li Mûradê dibin. Çemê Mûradê, piştî Pira Seyda dikeve nav derbendeke kûr û dirêj, di qiraxa Deşta Lîzê re derbas dibe. Li vê deverê çemên Lîz û Koşker tev li Mûradê dibin.

Çemê Mûradê, li başûrê Xandilîs (Karaköy), piştî derbendeke kurt dikeve nav Deşta Seqawî û digîhêje ser Deşta Mûşê. Çemê Kelereş di Newala Kelereşê re derbas dibe, li nêzîkî Dêrxasê, li derdora Gundê Ûştama Kurd (Aşağı Üçdam) tev li Ava Reş dibe. Çemê Mûradê, li devera ku Ava Reş (Karasu) tev lê dibe, ber bi rojava ve diherike.
Çemê Mûradê, berî ku bigîhêje ser Bendava Kebanê (Keban Barajı. Bi Ermenî Gaban e, wateya wê jî derbend- gêdûk e) di nav gelek derbendên kûr û teng re derbas dibe. Çemê Mûradê, piştî Deşta Mûşê dikeve nav Derbenda Dara Hênê (Genç), ev derbend (50 km) pir dirêj, kûr û asê ye. Li rojavayê Çîyayê Qozma, li derdora Orûxê (Orûq, Ulukaya) şelaleyeke (gurgure) ku ji çend metreyan xwe bera jêr dide çêdibe. Çemê Mûradê, piştî Derbenda Dara Hênê dikeve nav Deşta Çewlîgê.
Çemê Oxnûtê, di nav Deşta Çewlîgê re derbas dibe. Çemê Gayit (Gayt), ji Çîyayê Karêr (Karîr) derdikeve, di nav Deşta Xoşkar (Sancak) re derbas dibe û li derdora Fexranê (Fahran, İçpınar) digîhêje ser Çemê Oxnûtê. Çemê Oxnûtê, li bakurê rojavayê Dara Hênê tev li Mûradê dibe.
Çemê Muradê, piştî Dara Hênê, ber bi rojava, ber bi Palo û Kebanê diherike. Çemê Mûradê heta Kelaxsî (Kelaxse, Kelxisî, Doğanlı, gundê Dara Hênê ye) di nav erdekî teng û dûz re derbas dibe, piştî Kelaxsî gelîyê Çemê Mûradê teng û kûr dibe, Çemê Mûradê di Derbenda Ekrekê (Erdurek, Xûnekrek, Erduruk, Burgudere, gundê Palo ye) re derbas dibe, paşê dikeve nav Derbenda Palo. Çemê Mûradê, piştî Deşta Sekratê dikeve nev rasteke dûz û digîhêje Guluşkurê (Gulîşger, Muratbağı, gundê Palo ye) û tev li Gola Kebanê dibe.
Çemê Pêrî di nav Rasta Çêrme (Yedisu) re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Ji Çîyayê Baxirê Çemê Femê (Baxirê) xwe bera ser vê rastê dide û tev li Çemê Pêrî dibe. Piştî ku Çemê Femê tev lê dibe, Çemê Pêrî di nav Çîyayê Şeytên re derbas dibe û ber bi başûr ve diherike. Heta nêzîkî Gêxîyê gelî û derbendek kûr û teng çêdike, ev devera ku jê re Çem an Derbenda Kelxaçê tê gotin pir asê ye, qet tu zevî li vê deverê tuneye.
Çemê Pêrî piştî ku Gêxîyê derbas dike ber bi başûrê rojava diherike. Gelîyê çem teng û kûr e, gelek deverên wê asê ne. Li vê deverê ji çîyayên bakurê rojava û Çîyayê Sulbusê (Silpûz, Çîyayên Sulb û Star[1]) gelek av xwe bera ser vî çemî didin. Çîyayê Sulbusê nêzîkî navçeya Xorxolê (Yayladere) ye, her çiqas ji dûr ve pir tûjik xwîya dike jî jorê çîya dûz e û her dem bi berf e. Gelîyê Çemê Xopûsê (Yazgünü, gundê Gêxî) teng, kûr û asê ye. Li başûrê rojhilatê Xorxolê, li ser Çemê Pêrî Bendava Ozluce (Özlüce barajı) hatiye çêkirin. Çemê Pêrî, li derdora gundên Qêçiyan (Kayacı), Hêwedan (Ayvatlı) tev li Kebanê dibe.




[1] Andranîk, Dêrsim, Weşanên Deng, 2009, Stenbol.

Çîyayê Nemrûdê

Di nav Deşta Mûşê û Gola Wanê de Çîyayê Nemrûdê bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; ji vê rewşê re qaldera tê gotin. Berî vê teqîna dawîn bilindayîya Nemrûdê li dor 5 hezar metreyan bûye, lê piştî teqînê daketîye 3100 metreyan, ango bi vê teqîna dawîn re li dor 2 hezar metre bilindayî bi hewa ketîye û li derdor belav bûye. Di nav qalderayên Dinyê yên herî mezin de yek jê jî Qalderaya Nemrûdê ye. Çapa vê qalderayê li dor 7 kîlomtreyan e û dişibe Qalderaya Lake ya li Emerîkayê.
Firehîya qalderayê bi qasî 38 km2 ye. Li nav vê qalderayê gelek gol û germav hene. Gola Nemrûdê (9 km2) bi şiklekî lêvedas (hîlal) di nav vê qalderayê de ye, ava berf û gelek kanîyan xwe bera ser vê golê dide, rengê ava golê şîntarî ye û ava golê şêrîn e. Çend sed metre li rojhilatê vê golê, Gola Rahwa heye, golek piçûk e û ava wê jî şêrîn e. Li hêla bakurê Gola Nemrûdê, Germav (Ilıca) heye, ava germ ya ji binê erdê tê li vê golê tê ser hev. Li derdora vê gola avgerm, kevirên reş û birqok hene, ev kevirên camê yên xwezayî (obsidiyen), bi cemidîna lavên ji volkanê pijiqînê çêbûnin.[1] Her du golên din zivistanî qeşa digrin, lê li ser vê golê zivistanî jî keldûxan bilind dibe. Ji qelîştekek li nêzîkî vê golê germahîyek pir zêde derdikeve. Ev germahî ji bo çareserîya hin nexweşîyan tê bikaranîn.
Ji hêla rojhilat ve daketina ber bi Gola Nemrûdê hêsantir e, erebe jî diharin heta Gola Rahwayê û nêzîkî Gola Nemrûdê. Hêla bakur asê ye, stûnên bazalt bi qasî 500 metreyan bilind dibin, devera Çîyayê Nemrûdê ya herî bilind li vê derê ye, ev dever Kela Nemrûdê (2828 m.) ye. Hêla rojava kin e, 300-400 metre ji golê bilindtir û tîk e. Ji vê hêla rojavayê golê re Serê Golê tê gotin, dar û berên vê deverê pirtir in.
Çîyayê Nemrûdê ne ewqas tîk e, ji ber teqîna duyem jorê wê hilweşîyaye, lewra çîyayekî pahn e, palên wê ne pir tîk in. Li palên vî çîyayî zinar kêm in, tuf û xwelîya boz (cûn) li palên vî çîyayî qorekî qalind çêkirine, ev tuf û xwelîya wek qûmê zû hûr dibe û avê wek sungerê dimêje, lewra li ser vî çîyayî çem qet tune û kanî jî pir û pir kêm in. Ava ku xwe bera hundur dide, pirtirîn li rojava li hêla Serê golê wek kanîyan derdikevin rûyê erdê. Av, gîha û mêrgên vî çîyayî pir hindik in, tenê li derdora golan gîha û mêrg şîn dibin.
Lav û xwelîyên ji Çîyayê Nemrûdê pijiqîne, li hêla başûr li erdekî pir fireh belavbûnin. Li vê hêlê bi van lav û xwelîyan Deşta Rahwa çêbûye. Piştî Deşta Rahwa, Çîyayê Kîrkor (2350 m.) û Çîyayê Qîza Lewalîn (2613 m.) bilind dibin. Ev her du çîya û Deşta Rahwa, rê li ber ava ku ber bi Berîya Mûşê diherike girtîye û bûne sedem ku Gola Wanê çêbibe.
Deşta Rahwa, du beş e, ji hêla ber bi Tatwanê re Rahwaya Piçûk û ji hêla din re jî Rahwaya Mezin tê gotin. Rêyên ji Bedlîs, Tatwan û Mûşê tên li vê deştê, li binê Çîyayê Kîrkor digîhêjin ser hev. Deşta Rahwa, hawirdor bi çîyayên bilind dorgirtî ye. Zivistanî ji van çîyan bayên pir bi hêz tên, lewra zivistan li vê deştê û ber bi Bedlîsê pir sar û seqem e, berf û pûk zêde ye.
Li bakurê Çîyayê Nemrûdê erd bi derbekê nizm nabe, Çîyayê Sefîl (2650m.) li vê deverê ye. Piştî vî çîyayî Deşta Tapawankê (Guzelsû) ya fireh (40 km2) û bilind (2000 m.) dest pê dike, deşt ji rojava ber bi Gola Wanê xwêl dibe. Axa vê deştê baş e, lê ji hêla avê ne dewlemend e. Çemê Eladîn di nav vê deştê re derbas dibe, di wextê de bi ava vî çemî hin aş dixebitîn.
Li bakurê Çemê Eladîn Gola Kêrsê (Nazîk) cîh digre, ji rojava ber bi rojhilat dirêjahîya golê li dor 10 kîlometreyan e, ji bakur ber bi başûr ve jî li dor 5 kîlometreyan e. Gol piraya ava xwe ji binê erdê distîne. Masîyên golê pir in. Li derdora golê hin rast, deşt û berî hene, Berîya Çîçeposê yek ji vanan e. Gîha, mêrg, genim û ceh li van deveran şîn dibin.
Li rojhilat ji Gola Kêrsê Ava Sûcxane derdikeve, piştî çend kîlometreyan digîhêje ser Ava Soxaz ya ji Çîyayê Yaqûb Axa tê. Li dor 5 km. nêzîkî Gola Wanê Çemê Eladîn jî tev li vê avê dibe û bi navê Ava Qarmûçê xwe bera ser Gola Wanê didin.
Li rojavayê Gola Kêrsê, Çîyayê Qulingo (Tûrna, 2500 m.) bilind dibe. Çîyayekî bilind, girseyî û pahn e. Tenê li hêla rojava kevir û zinar pir in. Ji hêla av, gîha û mêrgan dewlemend e; zozanên vî çîyayî bi nav û deng in, di wextê de ji Sêrtê jî koçer dihatin van zozanan.
Li rojavayê Çîyayê Qulingo, di nav Deşta Lîz û Mûşê de, bilindahîyek fireh û pahn heye, ne zêde asê ye. Ji vê devera ku digîhêje heta Derbenda Evdilbiharê re Kosor tê gotin. Axa vê deverê pir e, hêla ber bi Berîya Mûşê firehtir e û hin çemên kûr di nav re derbas dibin.
Zozana Seyidan li rojavayê rêya di nav Mûş û Kopê (Bûlanik) de dimîne. Ji vir ber bi Çemê Mûradê Çîyayê Handrîs wek silûmekê bilind dibe. Ev silûm ne seranser e, li hin deran nizm û li hin deran jî bilind dibe, devera herî bilind Çîyayê Resûlan (2300 m.) e.
Li rojhilatê Gola Kêrsê, piştî Çîyayê Qulingo, Çîyayê Meceran (2250 m.) ber bi bakur ve bilind dibe. Av û gîhaya vê deverê baş e, li hin deveran çandinî jî dibe. Çemê Tokcîmînê ji rojavayê vî çîyayî derdikeve, ber bi gundê Abrî (Esenlîk) diherike û xwe bera ser Deşta Lîz dide.
Li bakurê Çîyayê Meceran, di nav deştên Lîz û Kopê de, Çîyayê Bilîcan bilind dibe. Çîyayekî volkanî û bilind e. Ev çîya li bakurê rojavayê Gola Kêrsê (Nazik) dimîne. Çend girên bilind li ser vî çîyayî hene: Şêx Tokom (2300 m.), Mele Hesen û Pozê Reş (Qarabûrûn, 2500 m.). Piştî van giran, çîya bilindtir dibe; girên Bilîcan, Wangesor û Zîyaretê. Ji vir pê ve çîya hêdî hêdî nizm dibe, piştî Girê Lalîsa (2050 m.) Deşta Lalîsa û paşê jî Deşta Kopê dest pê dike. Li ser vî çîyayî, li derdora Gundê Abrî (Esenlik, gund Kopê) kevirê aşan hene.
Li rojavayê bakurê Çîyayê Bilîcanê hin girên volkanî hene, ne pir bilind in. Ji vê deverê re Kanîspî tê gotin. Li rojhilatê vê deverê, ber bi bakurê Gola Xaçûlî (Haçlı gölü), Çîyayê Qizqapan (Kızkapan, 1800 m.) li ser Deşta Kopê bilind dibe. Rêya ji Xelatê tê Kopê û li rojavayê Gola Xaçûlî dimîne, di derbenda li ser vî çîyayî re derbas dibe. Zivistanî pûk li vê derbendê pir bi xeter e.
Piştî Çîyayê Meceran, ber bi rojhilat ve, li derdora bakurê Gola Kêrsê, erd firehtir û nizmtir dibe. Gîha û zevî li vê deverê pir in. Piştî Derbenda Kêrsê, erd bi derbekê bilind dibe, cîyê herî bilind Çîyayê Yaqûb Axa (2400 m.) ye. Çîyayekî dirêj, fireh û pahn e; ne ewqas asê ye, av û gîha pir e.
Piştî Çîyayê Yaqûb Axa, Çîyayê Atoma (2300 m.) dom dike. Ji vî çîyayî ber bi başûrê Deşta Kopê, erd nizmtir û firehtir dibe. Ev dever ber bi Qere Hesenê (gundê Melezgirê) dirêj dibe. Ji vê deverê re Palên Gazê tê gotin.
Piştî Çîyayê Yaqûb Axa, ber bi Elcewazê (Adîlcevaz), xeteke çîyayî cardin bilind dibe. Rojhilatê vê xeta çîyayî ne ewqas bilind e. Lê di navbera Ava Soxaz û Xelatê de, Çîyayê Madawans (2250 m.) bilind dibe. Ev xeta çîyayî bi Çîyayê Zîyaretê (2700 m.) dom dike. Ev çîya li nêzîkî Gola Wanê û Elcewazê diqede, ji vî çîyayî gelek çem xwe bera ser Gola Wanê didin. Ji Çîyayê Yaqûb Axa heta vî çîyayî gelek golên piçûk hene.
Di navbera çîyayên Yaqûb Axa û Zîyaretê de, ber bi Çîyayê Sîpanê, erdekî bilind cî digre. Ji vê devera ku ji zozan û platoyên bilind pêk tê Qirqahir an Qirqaxil tê gotin (navê gundekî Çewlîgê jî Kırkağıl-Ermtax e). Erdê vê deverê volkanî ye, kevirên volkanî li gelek cîyan belav bûne, lê bi giştî axek qalind ev dever nuxumandîye. Gîha û mêrgên vê deverê xurt in lê av li vir pir kêm e. Ji ber ku erd volkanî ye, av xwe bera jêr dide, lewra çem li vê deverê tune. Avên ku li Çemê Şebû digîhêjin ser hev jî berî ku bigîhêje Çemê Mûradê zuha dibin. Li vê deverê ev peyv pir dihat gotin: “Genimê Kopê û gîhayên Qirqaxilê bi nav û deng e.” Zivistan li vê deverê pir dirêj e; bi berf, sar û seqemek zêde derbas dibe. Havîn pir kin e, wek biharê hênik e. Hin bîrên bi ava berfê tên dagirtin, ji bo heywanan tên bi kar anîn.
Ber bi başûrê rojavayê Çîyayê Sîpanê, di navbera Xelat û Elcewazê de erd nizmtir dibe. Li vir erdekî rast û kort heye ku hawirdorê wê bi çîyan ve dorgirtî ye, di şiklê tejaneyek (hawza) dorgirtî de ye. Ji vê deverê re Zilgeha Mam (Sutey) tê gotin. Ev tejane bi qasî 2200 metre bilind û bi qasî 20 km2 fireh e. Zivistanî ev dever bi berfê tije dibe û her der qeşa digre, dibe cemed. Di demsala Biharê de berf dihele, her der bi ava berfê tije dibe, ev tejane dibe wek golekê. Di demsala Havînê de av vedikşe, gîha û mêrgên pir xurt şîn dibin, hin deverên vê zilgehê havînî jî zuha nabin. Avên ku li vir xwe bera jêr didin, li dor Elcewazê bi Kanîya Kafir (Gawûr Pinari) re derdikevin rûyê erdê. Hêla bakur ne ewqas avzêm e, ev dever Deşta Wêrangazî ye, Gundê Wêrangazî yê Navçeya Elcewazê jî li vê deverê ye. Rêya di nav Elcewaz, Xelat û Melezgirê, li rojhilatê vê deverê, di Derbenda Mam (Sutey, 2250 m.) re derbas dibe.




[1] Kovara Atlasê, Atlasa Rotayên Meşê, Koleksîyona Taybet 2009.

Çîyayên Dêrsimê

Herêma Dêrsimê, di çarçoveyeke fireh de di navbera çemên Ava Reş û Mûradê de dimîne. Sînorê bakurê herêma Dêrsimê ji başûrê çemê Ava Reş an jî ji çîyayên Mûnzûr, Mercan û Baxirê dest pê dike. Her du jî gengaz (mimkun) e, lê qotên van çîyan ji bo sînorê bakur maqûltir xwîya dike. Sînorê başûr digîhêje heta Çemê Mûradê. Ev herêm bi tevayî çîya ye û pir asê ye. Çemên ku ji çîyayên bakur ava xwe distînin pir bi hêz diherikin, ji ber ku bastûra zinarên vê herêmê ne wek hev in (hin nerm, hin hişk in), gelek lat, newal, gelî û hin şiklên din yên tevlihev û pir asê pêk hatine. Li derdorên gelîyan zinar wek dîwaran bilind dibin, derketina ser wan pir dijwar e, erdên çandinîyê hima hima qet tunene.
Li herêma Dêrsimê devera herî asê, di navbera Çîyayê Mercanê, Çemê Mûnzûr û Çemê Xarçîkê (Harçik) de dimîne. Ji vir re Devera Qalan (Mamekî) tê gotin. Gelîyên li vê deverê ewqas kûr û tîk in ku gava mirov serê xwe bilind dike gêj dibe, kûrahîya van gelîyan li hin deran ji 1000 metreyî zêdetir e. Hin zinarên li dor gelîyan hene ku wek bi çakûç hatibin şehkirin, tîk û bilind in. Meşa li ser van zinaran li jor hinekî hêsantir e lê piştî qederekê çem an bestek derdikeve pêşîyê ku derbasbûyîn pir dijwar dibe, heta ne mimkun e. Çîyayên vê deverê yên herî asê di navbera çemên Axpanos (Zaxge, Kalan), Rabat û Xarçîkê de dimînin. Çemê Zaxge, ji çîyayê li derdora Koyê Bûyere (Sarıgül, gundê Pîlemûrê) dest pê dike, li ser vî çîyayî Gola Bûyere heye, ava vê golê di binê erdê re dikeve nav Çemê Zaxge, ava golê pir sar û şîn e. Li bakur Bobyezbaba (2750 m.) çîyayekî girseyî û fireh e, rût e û pir asê ye. Li derdorên girên vî çîyayî gîha pir e. Li ser girseya vî çîyayî Çîyayê Gola Piçûk (Küçükgöl dağı, 2750 m.) û Çîyayê Gola Mezin (Büyükgöl dağı, 3000 m.) bilind dibin. Çemê Qûtû (Kutu Deresi) di navbera van herdu çîyayên golan re derbas dibe, li herêma Dêrsimê cîyê herî asê ev der e. Di komkujîya Dêrsimê de, devera ku herî pir xwîna kurdan lê hatîye rijandin, ava çem bi xwîna Kurdan sor û kur bûye ev der e.
Li başûr Çîyayê Ozevdal (Ozavdel, Aziz Abdal dağı, 3037 m.) bilind dibe. Ev çîya, li rojava bi Çîyayê Dojikbaba (Sultanbaba, 2980 m.) û Çîyayê Qereseqel (2959 m.), li başûr bi çîyayên Gêrsunet (Ardıç/Ardıçlı tepe. Ardıçlı gundê Pîlemûrê ye) û Kerenke re girseyek bilind û fireh çêdike. Ev girseya bilind di navbera çemên Qûtû (li rojhilat) û Qalanê (li rojava) de dimîne, di nav vê girseya bilind re jî çemên Îksor (Gözen, gundê Dêrsimê), Merga Sor (Çat, Çatköy, gundê Pulur) û Laçê (Laç, li ser rêya Pulur û Dêrsimê, piştî Pira Venkê tev li Çemê Mûnzûr dibe) derbas dibin. Van çeman ev girseya bilind ji hev xistine, gelek lat, gelî û newalên asê û pir tîk çêkirine ku di nav wan de, ger an meş pir dijwar e, heta li hin deran ne gengaz e.
Piştî komkujiya Dêrsimê dûrika Zazakî ya bi navê ‘HEWA DERE LAÇ’ wisa dest pê dike, “Ax halo halo / Hale ma yamano / Ordi onto ma ser / Carde welaxe ma nedano / Ala sere diyare Dere Laçi / Tede miz û dûmano…”[1] Dûrikek din ya li ser berxwedana li dor Çemê Laçê jî wisa ye; “De halo halo / Hale ma yamano / Ordîye Tirkî gurlax amo / Dorme ma qapano / Pirode bira pirode / Na qewxa aşîro nîya / Mereve Dersîmî (Kirmancîye) u zalimona Tirkano”[2]
Li başûrê Çemê Laçê Çîyayê Sor (Koyî Sûr, 2100 m.) bilind dibe. Di komkujîya Dêrsimê de li derdora vî çîyayî bi sedan Kurd hatine kuştin. Çîyayê Sor ji rojava ber bi rojhilat dirêj dibe, çîyayekî nîvbilind e, li ser vî çîyayî gelek girên tûjik hene. Hêla bakur ya ber bi Çemê Laçê tîktir û asêtir e. Li gelek deverên vî çîyayî darên mazî şîn tên. Li derdora Şixan (Akdik, gundê Pîlemûrê), li nêzîkî Pirde Sûr (Pirdo Sûr, Pira Sor, Kırmızı Köprü) Kemera Sûr (Zinarên Sor, Kırmızı Kayalık) heye. Li derdora Hesen Qajî (Hasangazi, gundê Pîlemûrê) şikefteke mezin heye. Li derdora Altûnû (Altınhüseyin, gundê Pîlemûrê) daristaneke kevnare û darên wê pir heye, di nav vê daristanê de gelek cî, war û wargehên çekdarên Kurdan hene.
Li devera ku Çemê Qûtû tev li Çemê Xarçîkê dibe Çîyayê Zel (Koyî Jel- Koye Jele, 2300 m.) bilind dibe, ev çîya bi qasî 10 kilometreyan li bakurê Dêrsimê dimîne, çîyayekî tujik, zinarî û asê ye. Li bakurê rojhilatê vî çîyayî darên hewrê (spîndar) yên qalikên wan reş şîn tên.
Li rojavayê Çemê Qalanê Çîyayê Tûzikbaba (Tûjikbaba, Dojikbaba, 3100 m.) bilind dibe. Ev jî çîyayekî asê ye, lê li vê herêmê deverên herî asê derdorên çemên Qûtû û Laçê ne. Çeman bi maşîn, kolan û verotinê her dever perçe perçe kirine; derbend, lat, newal û gelîyên pir tîk û asê çêkirine.
Bi sedan heta bi hezaran şikeft û berqef li ser van çîyayan hene ku bi sedan mirov dikarin lê bisitirin. Di hemû têkoşîn, berxwedan û serhildanên Kurdan de van şikeft û berqefan ji lehengên Kurdîstanê re mahzûbantî kirine.
Çemê Mûnzûr, piştî Pûlûrê (Owacik) dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê, heta Çemê Xarçîkê wisa dom dike. Li vê deverê gund pir kêm in, li derdora Çemê Xarçîkê hek piçûk bin jî gund hene, çandinî li vê deverê heye, darên fêkî jî pir in, darên tû û gûzê pir şîn tên, bi taybet jî li gundê Paxê (Kocakoç, gundê Dêrsimê) pir in. Di Serhildana Dêrsimê de Pira Paxê ya textîn hatîye şewitandin.
Di navbera çemên Xarçîkê û Pêrî (Büyüksu) de, li bakurê Qisle (Nazımiye), ber bi Çîyayê Baxirê herêmek çîyayî, bilind û fireh heye. Bilindayîya hin girên vê herêmê li dor 2500 metreyan e. Ji Qisle ber bi bakur erd nizmtir dibe; zozanên ji hêla ax, av û gîhayê dewlemend pir in. Li derdora Deştê (Balpayam) zevî pirtir in. Çira Hay (Dereköy Şelalesi) li bakurê Qişle dimîne. Daristana Beşk (Bezik Ormanı) li derdora Qişle dimîne. Çîyayê Hamîk li rojhilatê Qişleyê dimîne, Xosim (Güzelpınar, ngundê Qişle) li ber vî çîyayî ye. Çîyayê Duzgunbaba, li başûrê rojavayê Qişleyê dimîne, ji bo Dêrsimîyan çîyayekî pîroz e. Çîyayê Tor (Koyê Tor), li bakurê Qişle dimîne. Li Qişleyê tenê gundîyên Kimsor (Yaylagil) bi Kurmancî dipeyivin. Çîyayê Taxkîn, li derdora Poxos (yalıntaş) li bakurê rojhilatê Qişle dimîne.
Li başûrê Berîya Zeranîgê (Yeşilyazı), Çîyayên Mûnzûrê Piçûk (Mûnzûrê Jêrîn) dirêj dibin. Ji rojava ber bi rojhilat Çîyayê Maran (Koyî Mar, Yılan dağı, 2500 m.), Çîyayê Xêrxelû (Kırklar dağı, 2700 m.), di navbera Xozat û Pulurê de Çîyayê Balikan (2460 m.), li qiraxa Çemê Mûnzûr Çîyayê Pokir (2460 m.) li vê herêmê ne. Çemên ji vir derdikevin û ber bi başûr ve diherikin, di nav van çîyayan re derbas dibin û gelî, newal û latên tîk û asê çêkirine.
Li nav van çeman devera herî asê û balkêş li bakurê Çemîşgezekê ye. Li serê Çemê Taxarê (Ormanyolu çayı. Taxar-Ormanyolu, gundê Xozatê), Derbenda Alî Boxazi (Ali Boğazı) devera herî asê ye. Ev dever bi çeman pir hatîye kolandin û verotin, palên vê deverê pir asê û tîk in, bi sedan şikeftên mezin û fireh hene ku gelek caran Kurd li van şikeftan sitirîne û xwe parastine. Avên ku ji rojavayê Çîyayên Mûnzûrê derdikevin, li Derbenda Alî Boxazi digîhêjin ser hev, Çemê Taxarê ji vir dest pê dike, di ber Çemîşgezegê re di nav derbendeke kûr re derbas dibe û digîje ser Kebanê.
Deşta li bakurê Xozatê hinekî dûztir e, hin rastên piçûk hene. Li van deran pir kêm be jî çandinî heye, lê ji hêla aborî ve gundên vê deverê pirtirîn bi xwedîkirina heywanan debara xwe dikin.
Li ser van çîyan darên mazî pir in, li derdorên çemên ber bi başûr ve diherikin gelek darên gûzê hene, li hin deran darên fêkî yên wek hirmî jî hene.
Li herêma Dêrsimê devera herî rast û berfireh Deşta Zeranîkê (Zeranîk, Yeşilyazı) ye. Navçeya Pulurê di nav vê deştê de dimîne, heta ji vê deştê re Deşta Pulurê (Owacik) jî tê gotin. Ev deşt, di navbera çîyayên Mûnzûrê Mezin û Mûnzûrê Piçûk de dimîne. Çemê Mûnzûr di nav vê deştê û navçeya Pulurê re derbas dibe; ev çem, Çîyayê Mûnzûrê Piçûk bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire, li derdora Dêrsimê bi Çemê Pîlemûrê re dibe yek û xwe bera ser Çemê Mûradê dide. Firehîya vê berîya ku ji rojhilat ber bi rojava dirêj dibe li dor 80-90 km2 ye. Bakur û başûrê vê berîyê bi çîyayên Mûnzûr ve hatîye dorgirtin, gelek çemên bi coş ji van çîyan xwe bera ser vê deştê didin. Çemê herî mezin û navdar, Çemê Mûnzûr e ku bi masî û zelalîya ava xwe pir bi nav û deng e. Axa vê deştê aluwyonî ye, li hêla bakur kevir û kuçik pir in, genim û ceh tên çandin, ji hêla fêkîyan ne dewlemend e. Kereng li vê hêlê pir e, ji van kerengan tiştekî wek benîşt jî çêdikin. Lê axa hêla başûr ji bo çandinîyê baştir e. Fasûleyên vê deverê bi nav û deng in.
Ber bi Gola Kebanê erd nizmtir dibe, ev dever jî çîyayî ye lê ne wek bakur bilind û asê ye. Bilindayî 1750 metreyî derbas nake. Çemên Pêrî, Mûnzûr, Sîngeç (Xozat) û Taxarê li vê deverê gelîyên fireh çêkirine. Li vê deverê erdên rast hek perçe perçe bin jî pirtir in. Avûhewaya vê deverê jî nermtir e. Li derdora Mazgêrdê berf 2-3 mehan li erdê dimîne, lê li vir herî pir mehekê berf li erdê dimîne. Ber bi Gola Kebanê çandinî û fêkî jî pirtir dibin û baştir şîn tên. Lê daristan jî kêmtir dibin heta namîne.
Ber bi Pêrîyê (Çarsancak) zevîyên berdar hene, li van zevîyan genim, ceh, tûtin, petîx û zebeş baş şîn dibin; tirî, tû bihîv û gûz pir in. Lê gelek zevîyên vê deverê di binê ava bendavê (baraj) de mane. Li hin deran pembo jî şîn dibe, heta li Muxundîyê (Darıkent, gundê Mazgêrd) jî pembo tê çandin, lê ne ewqas berdar e. Li hin deran darên hinar û hijîrê jî hene. Çemê Kare (Dere Kare, Kar deresi), li derdora Muxundî dimîne.




[2] http://dersim.uzerine.com/index.jsp?objid=1643

Çîyayên Mûnzûrê

Çîyayên Mûnzûr bi her awayî bi nav û deng e. Bi gelek taybetîyên xwezayî, erdnîgarî, dîrokî, civakî, çandî û hwd ve pir girîng e. Piraya Kurdên Elewî li vê deverê dijîn, zaravayê Zazakî (Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî) herî pir li vê deverê tê bikaranîn. Navenda Qetlîama Dêrsimê (1937-1938) ev dever e, bi hezaran Kurd li vê deverê hatine kuştin, ava çemên vê deverê bi xwîna Kurdan sor û kur bûye. Ev çîya hîn jî lehengên têkoşîna azadîya Kurdîstanê hembêz dike, disitirîne, ji wan re mahzûbantîyê dike…
Ev rêzeçîya li hember Egînê, li ser Gelîyê Ava Reş bilind dibe, piştî dirêjayîyek li dor 100 kîlometreyan xwe digîhêjîne ser Çîyayê Mercanê. Lê ne ewqas fireh e. Di navbera Pulur (Owacik) û Gamaxê de firehîya vî çîyayî 30 kîlometreyan derbas nake. Bilindayî li her deverê ji 2500 metreyan zêdetir e. Li ser vî çîyayî gelek dirûv (şikil) û golên bi maşîna cemedê çêbûnin hene. Gelek gir, qot û çîyayên bilind li ser vî rêzeçîyayî hene: Li hember Egînê Çîyayê Geşo (3111 m.), Çîyayê Fîkîrîk (Fekrîk, 3262 m.), Girên Jare (Ziyaret tepeleri, 3071 m.), Çîyayê Golbaşî (Koçgölbaşı, 3239 m.), Çîyayê Qatiro (Katırtepe, 3129 m.). Çîyayê Xewaçûr (Haydarbaba dağı), li hêla rojava, li devera ku Mûnzûrên piçûk û mezin digîhêjin ser hev dimîne, Xewaçûr (Yenikonak, gundê Pûlûrê) li binê vî çîyayî dimîne. Li vê deverê madena qrom tê derxistin.
Çîyayên Mûnzûr, li hêla rojava li derdora Xewaçûr û li hêla rojhilat li derdora Gelîyê Mircanê (Mercan Vadisi) digîhêjin ser hev, Çemê Mûnzûr ji hêla rojava ve derdikeve, di nav Deşta Zeranîkê re derbas dibe, Pûlûrê li bakurê xwe dihêle, di nav hemû çîyayên ber bi Dêrsimê ve re diherike û li başûrê Dêrsimê tev li Çemê Xarçîk dibe û ber bi Kebanê ve diherike.
Ev rêzeçîyayê seranser wek dîwarekî di navbera gelîyê Ava Reş û newala Zerenîkê (Yoncalı) de ber bi Çîyayê Mercanê ve dirêj dibe. Çemên ji vî çîyayî derdikevin gelek newal û lat çêkirine, lewra çîyayekî asê ye. Lê jorê vî çîyayî dûztir e, tevgera li jor hêsantir e, gelek dever bi axek qalind nuxumandî ne.
Baran û berfa vî çîyayî pir zêde ye. Di demsalên bihar û payizê de ewr li ser vî çîyayî kêm nabin, di demsala havînê de jî baran dibare. Li bakurê vî çîyayî havînî jî berf tê dîtin û gelek gol û goltik hene. Golên sereke ev in: Qere Gol (Karagöl), Gola Çîmlî, Gola Berxan (Kuzu gölü), Gola Sor (Kırmızı göl).
Li ser Çîyayê Mûnzûr kalkerên (berespî-kevirê kilsê) bi rengê mor gelek cî digrin, li hêla Zerenîkê kalkerên sor jî tên dîtin. Li gelîyan, herî pir jî li hêla rojava ber bi Derbenda Egînê (Kemaliye) darên mazî pir in. Li derdora çavkanîya Çemê Mûnzûr, li nêzîkî Solhesenê (Akyayık) hin darên çamê hene. Li jorê Çîyayê Mûnzûr, deverên bi ax, gîha û mêrg pir in. Di demsala havînê ya kin de ev çîya bi çîçek û kulîlkên rengîn tê xemilandin. “Li ser Çîyayên Mûnzûr 1518 cure hêşînayî şîn dibin, ji van hêşinayîyan 50 heb endemîk in û 21 heb jî tenê li vê deverê şîn dibin.”[1]
Ev çîyayê wek dîwarekî di navbera Erzîngan û Dêrsimê de bilind dibe, di piraya salê de bi berfê nuxumandîye, Çemê Ava Reş li hêla bakur û rojava gelî, lat û newalên asê çêkirîye.
Bilindayîya derbendên li ser Çîyayê Mûnzûr ne kêmî 2700 metreyan e. Derbenda Manciqê ya herî kêrhatî ye, di navbera Gamax (Kemah) û Pulurê (Owacik) de ye. Rêya ku ji Derbenda Manciqê derbas dibe derbasî bakurê Mûnzûr dibe, ev rê piştî 7-8 kîlometreyan dikeve nav Derbenda Naldoken, her deverê vê derbenda ku dirêjahîya wê 200-300 metre ye kevir û kuçik e, ji ber vê yekê nalên hespan zû dikevin. Piştî Naldoken Derbenda Qulqul dest pê dike, ji vê derbendê du rê derdikevin; yek jê ber bi rojava ve diçe Qere Golê, rêya din ber bi başûr ve dadikeve Nerdîgano (Kırk Merdiven), ev rê piştî Nerdîgano digîhêje Çimi û Pulurê. Ev rêya ku ji Gamaxê dest pê dike û di ser Pulurê re digîhêje Xozatê wek Rêya Yawûz Selîm (Yavuz Selim yolu) tê binavkirin. Rêya ku ji Gamaxê dest pê dike û li qiraxa Çemê Ava Reş dom dike bi Derbenda Gola Reş (Karagöl), derbasî nav Çîyayê Mûnzûr dibe. Derbenda Sohmerîk, li rojavayê Derbenda Manciqê li ser rêya Uskuburtê (Yücebelen) ye, ev derbend ne ewqas asê ye. Li derdora vê derbendê Zozana Sohmerîk heye.
Di salên berê de gelê Egînê di van derbendan re bi hêstiran (qantir) derbasî Pulurê (Ovacık) dibûn, alavên manîfatûra difrotin û rûn distendin, bi taybet jî benîştê ku ji kerengên şêrîn dihat derxistin distendin. Bazirganîya vî benîştî heta Qers û Stenbolê belav dibû.




[1] Prof. Neşet Arslan, www.radikal.com.tr

Çemê Pêrî (Gêxî, Xorxol, Dep)

Li bakurê Çîyayê Şeytên Rasta Çêrme (Yedisu) heye. Dirêjayîya vê rastê li dor 12 û firehîya wê jî di navbera 2-4 kîlometreyan de ye. Çemê Pêrî di nav vê rastê re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Lewra erdê vê deverê berdar e. Fasûle, genim, ceh, garis û hin zerzewat (sebze) li vir tên çandin.
Ji Çîyayê Baxirê (Koyê Baxirê) Çemê Femê (Baxirê) xwe bera ser vê deştê dide û tev li Çemê Pêrî dibe. Gelîyê vî çemî kûr e lê ne pir asê ye, li derdorên vî çemî zevîyên çandinîyê hene.
Piştî ku Çemê Femê tev lê dibe, Çemê Pêrî di nav Çîyayê Şeytên re derbas dibe û ber bi başûr ve diherike. Heta nêzîkî Gêxîyê gelî û derbendeke kûr û teng çêdike, ev devera ku jê re Çem an Derbenda Kelxaçê tê gotin pir asê ye, qet tu zevî li vê deverê tuneye.
Çemê Pêrî piştî ku Gêxîyê derbas dike ber bi başûrê rojava diherike. Gelîyê çem teng û kûr e, gelek deverên wê asê ne. Li vê deverê ji çîyayên bakurê rojava û Çîyayê Sulbusê (Silpûz, Çîyayên Sulb û Star [1]) gelek av xwe bera ser vî çemî didin. Çîyayê Sulbusê nêzîkî navçeya Xorxolê (Yayladere) ye, her çiqas ji dûr ve pir tûjik xwîya dike jî jorê çîya dûz e û her dem bi berf e. Gelîyê Çemê Xopûsê (Yazgünü, gundê Gêxî) teng, kûr û asê ye. Li başûrê rojhilatê Xorxolê, li ser Çemê Pêrî Bendava Ozluce (Özlüce barajı) hatiye çêkirin. Çemê Pêrî, li derdora gundên Qêçiyan (Kayacı), Hêwedan (Ayvatlı) tev li Kebanê dibe.
Gelîyê Çemê Xopûsê (Yazgünü) teng, kûr û asê ye. Li derdora gelîyê çem gelek rastên piçûk hene. Çandinî li van rastan pêk tê. Genim, ceh û patat (qartol) tên çandin. Patat herî pir li gundê Zêynan (Zeynellî-Navçeya Xorxol) şîn dibe. Darên fêkî jî şîn tên: Gûz, gelek cureyên alûceyan (erîk), mişmiş, tû. Di nav gelî de li hin deveran darên gûzan dibin daristan, gûzên van deveran pir hêja ne; mezin in, qalikên wan zirav in û qinên wan jî spî ne. Li derdora Gêxîyê darên bindeqan (findeq, findiq) jî şîn dibin, Di navbera gundê Qazîkoy (Kadıköy) û Xogas (Dallıca) de gelek darên bindeqan hene. Derdora Gêxî û Xorxolê ji hêla avûhewayê jî balkêş e. Bakurê Gêxî, ber bi Çîyayê Şeytên di meha Gulanê de jî sar û seqem e, berf li erdê ye; lê li gelîyê Çemê Pêrî, li gundê Çemê Zêynê (Surmelikoç), 15 km. li bakurê Depê (Karakoçan) tû digîhêjin, êdî tên xwarin. Heta pembo jî tê çandin.
Ev dever ji ber ku asê ye û darên mazî pir in, herî pir bizin tê xwedî kirin. Gundî havînî derdikevin zozanên nêzîkî xwe. Li başûrê Çemê Xopûsê, li jorî gundê Zêynan (Zeynelli) Rasta Deştê (Gökçedal) ji bo xwedîkirina kerîyan pir baş e.
Her çiqas ev dever ji hêla erdnîgarîyê pir dewlemend be jî nifûsa wê kêm e. Heta Şerê Yekem yê Dinyê û komkujîya Ermenan (1915), nifûsa Ermenan li vê deverê pir bû; Ermen li vê deverê gelê herî dewlemend, desthilatdar û şareza bûn. Piraya navên vê deverê yên Ermenan in.
Gelek erdhej (zelzele) li vê deverê pêk hatinin û hîn jî pêk tên. Ji Gêxî ber bi Kanîreşê û heta Gimgimê (Warto) xetek erdhejê heye ku heta aniha gelek erdhej li ser vê xetê pêk hatinin. Wek mînak; di sala 1949an de li Kanîreşê erdhejek ku magnîtuda wê 7 bûye pêk hatîye û 450 kes mirine.
Germava Golan (Golan kaplıcaları), li rexê Çemê Pêrî, li derdora Kerboz (Kuşbayırı, gundê Depê) dimîne, rêya Elezîz-Çoligê di vir re derbas dibe.






[1] Andranîk, Dêrsim, Weşanên Deng, 2009, Stenbol.

Çîya, çem, deşt û zozanên Dêrsimê



1.    Çîyayên Mûnzûr
Çîyayên Mûnzûr bi her awayî bi nav û deng e. Bi gelek taybetîyên xwezayî, erdnîgarî, dîrokî, civakî, çandî û hwd ve pir girîng e. Piraya Kurdên Elewî li vê deverê dijîn, zaravayê Zazakî (Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî) herî pir li vê deverê tê bikaranîn. Navenda Qetlîama Dêrsimê (1937-1938) ev dever e, bi hezaran Kurd li vê deverê hatine kuştin, ava çemên vê deverê bi xwîna Kurdan sor û kur bûye. Ev çîya hîn jî lehengên têkoşîna azadîya Kurdîstanê hembêz dike, disitirîne, ji wan re mahzûbantîyê dike…
Ev rêzeçîya li hember Egînê, li ser Gelîyê Ava Reş bilind dibe, piştî dirêjayîyek li dor 100 kîlometreyan xwe digîhêjîne ser Çîyayê Mercanê. Lê ne ewqas fireh e. Di navbera Pûlûr (Owacik) û Gamaxê de firehîya vî çîyayî 30 kîlometreyan derbas nake. Bilindayî li her deverê ji 2500 metreyan zêdetir e. Li ser vî çîyayî gelek dirûv (şikil) û golên bi maşîna cemedê çêbûnin hene. Gelek gir, qot û çîyayên bilind li ser vî rêzeçîyayî hene: Li hember Egînê Çîyayê Geşo (3111 m.), Çîyayê Fîkîrîk (Fekrîk, 3262 m.), Girên Jare (Ziyaret tepeleri, 3071 m.), Çîyayê Golbaşî (Koçgölbaşı, 3239 m.), Çîyayê Qatiro (Katırtepe, 3129 m.). Çîyayê Xewaçûr (Haydarbaba dağı), li hêla rojava, li devera ku Mûnzûrên piçûk û mezin digîhêjin ser hev dimîne, Xewaçûr (Yenikonak, gundê Pûlûrê) li binê vî çîyayî dimîne. Li vê deverê madena qrom tê derxistin.
Çîyayên Mûnzûr, li hêla rojava li derdora Xewaçûr û li hêla rojhilat li derdora Gelîyê Mircanê (Mercan Vadisi) digîhêjin ser hev, Çemê Mûnzûr ji hêla rojava ve derdikeve, di nav Deşta Zeranîkê re derbas dibe, Pûlûrê li bakurê xwe dihêle, di nav hemû çîyayên ber bi Dêrsimê ve re diherike û li başûrê Dêrsimê tev li Çemê Xarçîk dibe û ber bi Kebanê ve diherike.
Ev rêzeçîyayê seranser wek dîwarekî di navbera gelîyê Ava Reş û newala Zerenîkê (Yoncalı) de ber bi Çîyayê Mercanê ve dirêj dibe. Çemên ji vî çîyayî derdikevin gelek newal û lat çêkirine, lewra çîyayekî asê ye. Lê jorê vî çîyayî dûztir e, tevgera li jor hêsantir e, gelek dever bi axek qalind nuxumandî ne.
Baran û berfa vî çîyayî pir zêde ye. Di demsalên bihar û payizê de ewr li ser vî çîyayî kêm nabin, di demsala havînê de jî baran dibare. Li bakurê vî çîyayî havînî jî berf tê dîtin û gelek gol û goltik hene. Golên sereke ev in: Qere Gol (Karagöl), Gola Çîmlî, Gola Berxan (Kuzu gölü), Gola Sor (Kırmızı göl).
Li ser Çîyayê Mûnzûr kalkerên (berespî-kevirê kilsê) bi rengê mor gelek cî digrin, li hêla Zerenîkê kalkerên sor jî tên dîtin. Li gelîyan, herî pir jî li hêla rojava ber bi Derbenda Egînê (Kemaliye) darên mazî pir in. Li derdora çavkanîya Çemê Mûnzûr, li nêzîkî Solhesenê (Akyayık) hin darên çamê hene. Li jorê Çîyayê Mûnzûr, deverên bi ax, gîha û mêrg pir in. Di demsala havînê ya kin de ev çîya bi çîçek û kulîlkên rengîn tê xemilandin. “Li ser Çîyayên Mûnzûr 1518 cure hêşînayî şîn dibin, ji van hêşinayîyan 50 heb endemîk in û 21 heb jî tenê li vê deverê şîn dibin.” [1]

Ev çîyayê wek dîwarekî di navbera Erzîngan û Dêrsimê de bilind dibe, di piraya salê de bi berfê nuxumandîye, Çemê Ava Reş li hêla bakur û rojava gelî, lat û newalên asê çêkirîye.

Bilindayîya derbendên li ser Çîyayê Mûnzûr ne kêmî 2700 metreyan e. Derbenda Manciqê ya herî kêrhatî ye, di navbera Gamax (Kemah) û Pûlûrê (Owacik) de ye. Rêya ku ji Derbenda Manciqê derbas dibe derbasî bakurê Mûnzûr dibe, ev rê piştî 7-8 kîlometreyan dikeve nav Derbenda Naldoken, her deverê vê derbenda ku dirêjahîya wê 200-300 metre ye kevir û kuçik e, ji ber vê yekê nalên hespan zû dikevin. Piştî Naldoken Derbenda Qulqul dest pê dike, ji vê derbendê du rê derdikevin; yek jê ber bi rojava ve diçe Qere Golê, rêya din ber bi başûr ve dadikeve Nerdîgano (Kırk Merdiven), ev rê piştî Nerdîgano digîhêje Çimi û Pûlûrê. Ev rêya ku ji Gamaxê dest pê dike û di ser Pûlûrê re digîhêje Xozatê wek Rêya Yawûz Selîm (Yavuz Selim yolu) tê binavkirin. Rêya ku ji Gamaxê dest pê dike û li qiraxa Çemê Ava Reş dom dike bi Derbenda Gola Reş (Karagöl), derbasî nav Çîyayê Mûnzûr dibe. Derbenda Sohmerîk, li rojavayê Derbenda Manciqê li ser rêya Uskuburtê (Yücebelen) ye, ev derbend ne ewqas asê ye. Li derdora vê derbendê Zozana Sohmerîk heye.
Di salên berê de gelê Egînê di van derbendan re bi hêstiran (qantir) derbasî Pûlûrê (Ovacık) dibûn, alavên manîfatûra difrotin û rûn distendin, bi taybet jî benîştê ku ji kerengên şêrîn dihat derxistin distendin. Bazirganîya vî benîştî heta Qers û Stenbolê belav dibû.
2.    Çîyayên Mercanê
Li rojhilatê Çîyayên Mûnzûr, piştî Derbenda Zînî (Katır gediği, 2750 m.) Çîyayên Mercanê bilind dibin. Li gor Çîyayên Mûnzûr girseyeke pir fireh e. Li ser vî çîyayî gelek gir û silûmên ber bi Deşta Erzînganê yên wek nalên hespan hene ku ji 3000 metreyan bilindtir in. Girê Axbaba (Çîyayê Heramî, Ağbaba, Akbaba, 3463 m.) li hêla rojava li ser Deşta Erzînganê bilind dibe. Li rojavayê vî girî 2 golên piçûk hene (Gola Beranan û Gola Qantiran). Derbenda Zînî ya ku rêya Erzînganê bi Dêrsimê ve girêdide jî li rojhilatê van golan e.
Rêya Hevrişim ya dîrokî Ezirgan bi Dêrşimê girêdida. Rêyên ku di gundên Erzînganê Kîsmîkor, Surban (Kılıçkaya) û Ergen (Ergen) re derbas dibin, li Derbenda Zînî digîhêjin ser hev; ev rê piştî derbenda Zînî di ser çîya re digîhêje Şawerdî (gundê Pûlûr), piştî Şawerdî dikeve nav Gelîyê Mircan, di Hemizko (Yarımkaya), Milalîyû (Molaliler), Kemera Şaye (Karataş), Çimi (Gözeler), Mergi (Çayırlı), Dewa Eyni (Yılanlı), Tanzî (Köseler), Çedagi (Koyungölü), Adi (Adaköy), Zeranîk (Yeşilyazı), Jare (Ziyaret), Bozqiri (Eğripınar), Xewaçûr re derbas dibe û piştî derbendekê digîhaşt Egînê, ev rê ji Egînê . Ev rê li derdora Dewa Eyni bi qasî 4-5 kîlometreyan di bakurê Pûlûrê re derbas dibû. Li derdora Zeranîkê rêyek ji vê rêyê vediqete û ber bi başûr ve dizîvire, di Pardî (Karayonca) re derbas dibe û heta Xozatê dewam dike.
Li kortên di navbera van giran de her dem berf heye. Çîyayên Mercanê jî asê û rût in, ber bi Berîya Erzînganê bi palên tîk dadikevin. Gelek çem ji vî çîyayî xwe bera Deşta Erzînganê didin. Ava Mircanê (Çemê Mircanê) bi maşîn û verotinê gelek gelîyên tîk û kûr çêkirîye. Ev çîya ji hêla gîha û avê ve dewlemend e û li jor zozanên baş hene. Zozanên Derbenda Zînî û Qalarê bi nav û deng in. Gîhaya vî çîyayî li gor Çîyayê Cîmînê kintir, qalindtir û hişktir e, lê bi bîhn û dohn (rûn) e, lewra heywanan xurtir dike, heta tahma goşt û rûnê van heywanan cudatir e.
Piştî Girê Axbaba, ber bi Derbenda Gamaxê Çîyayê Seydî Siltan (Seydi Sultan li derdora Cirzînî-Binkoç ye, gundê Gamaxê) cî digre. Axek sor li ser vî çîyayî heye. Li kêleka vî çîyayî Çîyayê Îranos (Kazankaya, gündê Gamaxê) wek konekî tûjik bilind dibe, Erzînganî vî çîyayî wek qible qebûl dikin, berê xwe didin vî çîyayî û limêja xwe dikin.
Derbenda Qapili (Kapılı geçidi) pir bilind e û rê di navbera Cencîge (Çaxlayan) û Dêrsimê de vedike. Di navbera Cencîge û Pilemûrê de Derbenda Avzer (Azwat, 2100 m.) heye. Derbenda Mîx, Pilemûrê bi Pira Mûtû (24 kîlometre li bakurê Pîlemûrê dimîne, Mûtû mezra Pîndîge-Doğanpınar e) ya li dawîya Derbenda Sansa û bi rêhesin ve girêdide. Çîyayê Mercanê li pişt Pilemûrê (Pulumur) zirav û nizm dibe. Li derdora Pilemûrê li gor Dêrsimê zevî, erdên çandinîyê pirtir in. Genim, ceh, çewder û garis tên çandin. Darên fêkî, pirtirîn jî gûz li vir şîn dibe. Bizin li vê deverê pir tê xwedî kirin. Her çiqas navçeya Dêrsimê be jî ji ber hêsanîya çûyin û hatinê têkildarîya bi Erzînganê re pirtir e.
Li rojhilatê Pilemûrê Çîyayê Baxirê (Bagir-Baxirpaşa, 3293 m.) bilind dibe. Li jorê vî çîyayî çend gir hene, girê herî bilind Girê Baxirbaba ye. Ji Çîyayê Baxirê qrom derdikeve. Ji vir ber bi bakur pir tîk e, çend kortên ku her dem bi berf li vir hene. Li vê deverê çend gol hene. Derdorên van golan zinar in, avên ji van golan derdikevin tên ser hev û ber bi Derbenda Sansayê diherikin. Ev çîya ber bi Çemê Femê (Dere Feme, Fem-Kabayel gundê Çêrme-Yedisu) û rojhilat ve nizm dibe. Li vê hêlê ax pirtir e, gîha û mêrg li vê hêlê pirtir dibe. Heywanên derdor û heta yên Depê (Qaraqoçan) li van deveran diçêrin. Çîyayê Baxirê li deverek fireh cî digre û li derdora vî çîyayî çîyayên ewqas bilind tune. Di rojên sayî de ji vir Çîyayê Paltokenê xwîya dike. Çîyayê Qirqlar li başûrê Çîyayê Baxirê dimîne, Qeregol (Karagöl, mezra Pergînî ye) di nav her du çîyan de dimîne.
3.    Çîyayên Dêrsimê
Herêma Dêrsimê, di çarçoveyeke fireh de di navbera çemên Ava Reş û Mûradê de dimîne. Sînorê bakurê herêma Dêrsimê ji başûrê çemê Ava Reş an jî ji çîyayên Mûnzûr, Mercan û Baxirê dest pê dike. Her du jî gengaz (mimkun) e, lê qotên van çîyan ji bo sînorê bakur maqûltir xwîya dike. Sînorê başûr digîhêje heta Çemê Mûradê. Ev herêm bi tevayî çîya ye û pir asê ye. Çemên ku ji çîyayên bakur ava xwe distînin pir bi hêz diherikin, ji ber ku bastûra zinarên vê herêmê ne wek hev in (hin nerm, hin hişk in), gelek lat, newal, gelî û hin şiklên din yên tevlihev û pir asê pêk hatine. Li derdorên gelîyan zinar wek dîwaran bilind dibin, derketina ser wan pir dijwar e, erdên çandinîyê hima hima qet tunene.
Li herêma Dêrsimê devera herî asê, di navbera Çîyayê Mercanê, Çemê Mûnzûr û Çemê Xarçîkê (Harçik) de dimîne. Ji vir re Devera Qalan (Mamekî) tê gotin. Gelîyên li vê deverê ewqas kûr û tîk in ku gava mirov serê xwe bilind dike gêj dibe, kûrahîya van gelîyan li hin deran ji 1000 metreyî zêdetir e. Hin zinarên li dor gelîyan hene ku wek bi çakûç hatibin şehkirin, tîk û bilind in. Meşa li ser van zinaran li jor hinekî hêsantir e lê piştî qederekê çem an bestek derdikeve pêşîyê ku derbasbûyîn pir dijwar dibe, heta ne mimkun e. Çîyayên vê deverê yên herî asê di navbera çemên Axpanos (Zaxge, Kalan), Rabat û Xarçîkê de dimînin. Çemê Zaxge, ji çîyayê li derdora Koyê Bûyere (Sarıgül, gundê Pîlemûrê) dest pê dike, li ser vî çîyayî Gola Bûyere heye, ava vê golê di binê erdê re dikeve nav Çemê Zaxge, ava golê pir sar û şîn e. Li bakur Bobyezbaba (2750 m.) çîyayekî girseyî û fireh e, rût e û pir asê ye. Li derdorên girên vî çîyayî gîha pir e. Li ser girseya vî çîyayî Çîyayê Gola Piçûk (Küçükgöl dağı, 2750 m.) û Çîyayê Gola Mezin (Büyükgöl dağı, 3000 m.) bilind dibin. Çemê Qûtû (Kutu Deresi) di navbera van herdu çîyayên golan re derbas dibe, li herêma Dêrsimê cîyê herî asê ev der e. Di komkujîya Dêrsimê de, devera ku herî pir xwîna kurdan lê hatîye rijandin, ava çem bi xwîna Kurdan sor û kur bûye ev der e.
Li başûr Çîyayê Ozevdal (Ozavdel, Aziz Abdal dağı, 3037 m.) bilind dibe. Ev çîya, li rojava bi Çîyayê Dojikbaba (Sultanbaba, 2980 m.) û Çîyayê Qereseqel (2959 m.), li başûr bi çîyayên Gêrsunet (Ardıç/Ardıçlı tepe. Ardıçlı gundê Pîlemûrê ye) û Kerenke re girseyek bilind û fireh çêdike. Ev girseya bilind di navbera çemên Qûtû (li rojhilat) û Qalanê (li rojava) de dimîne, di nav vê girseya bilind re jî çemên Îksor (Gözen, gundê Dêrsimê), Merga Sor (Çat, Çatköy, gundê Pûlûr) û Laçê (Laç, li ser rêya Pûlûr û Dêrsimê, piştî Pira Venkê tev li Çemê Mûnzûr dibe) derbas dibin. Van çeman ev girseya bilind ji hev xistine, gelek lat, gelî û newalên asê û pir tîk çêkirine ku di nav wan de, ger an meş pir dijwar e, heta li hin deran ne gengaz e.
Piştî komkujiya Dêrsimê dûrika Zazakî ya bi navê ‘HEWA DERE LAÇ’ wisa dest pê dike, “Ax halo halo / Hale ma yamano / Ordi onto ma ser / Carde welaxe ma nedano / Ala sere diyare Dere Laçi / Tede miz û dûmano…”[2] Dûrikek din ya li ser berxwedana li dor Çemê Laçê jî wisa ye; “De halo halo / Hale ma yamano / Ordîye Tirkî gurlax amo / Dorme ma qapano / Pirode bira pirode / Na qewxa aşîro nîya / Mereve Dersîmî (Kirmancîye) u zalimona Tirkano”[3]
Li başûrê Çemê Laçê Çîyayê Sor (Koyî Sûr, 2100 m.) bilind dibe. Di komkujîya Dêrsimê de li derdora vî çîyayî bi sedan Kurd hatine kuştin. Çîyayê Sor ji rojava ber bi rojhilat dirêj dibe, çîyayekî nîvbilind e, li ser vî çîyayî gelek girên tûjik hene. Hêla bakur ya ber bi Çemê Laçê tîktir û asêtir e. Li gelek deverên vî çîyayî darên mazî şîn tên. Li derdora Şixan (Akdik, gundê Pîlemûrê), li nêzîkî Pirde Sûr (Pirdo Sûr, Pira Sor, Kırmızı Köprü) Kemera Sûr (Zinarên Sor, Kırmızı Kayalık) heye. Li derdora Hesen Qajî (Hasangazi, gundê Pîlemûrê) şikefteke mezin heye. Li derdora Altûnû (Altınhüseyin, gundê Pîlemûrê) daristaneke kevnare û darên wê pir heye, di nav vê daristanê de gelek cî, war û wargehên çekdarên Kurdan hene.
Li devera ku Çemê Qûtû tev li Çemê Xarçîkê dibe Çîyayê Zel (Koyî Jel- Koye Jele, 2300 m.) bilind dibe, ev çîya bi qasî 10 kilometreyan li bakurê Dêrsimê dimîne, çîyayekî tujik, zinarî û asê ye. Li bakurê rojhilatê vî çîyayî darên hewrê (spîndar) yên qalikên wan reş şîn tên.

Çîyayê Zel, Çemê Qûtû û Çemê Xarçîk
Li rojavayê Çemê Qalanê Çîyayê Tûzikbaba (Tûjikbaba, Dojikbaba, 3100 m.) bilind dibe. Ev jî çîyayekî asê ye, lê li vê herêmê deverên herî asê derdorên çemên Qûtû û Laçê ne. Çeman bi maşîn, kolan û verotinê her dever perçe perçe kirine; derbend, lat, newal û gelîyên pir tîk û asê çêkirine.
Bi sedan heta bi hezaran şikeft û berqef li ser van çîyayan hene ku bi sedan mirov dikarin lê bisitirin. Di hemû têkoşîn, berxwedan û serhildanên Kurdan de van şikeft û berqefan ji lehengên Kurdîstanê re mahzûbantî kirine.
Çemê Mûnzûr, piştî Pûlûrê (Owacik) dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê, heta Çemê Xarçîkê wisa dom dike. Li vê deverê gund pir kêm in, li derdora Çemê Xarçîkê hek piçûk bin jî gund hene, çandinî li vê deverê heye, darên fêkî jî pir in, darên tû û gûzê pir şîn tên, bi taybet jî li gundê Paxê (Kocakoç, gundê Dêrsimê) pir in. Di Serhildana Dêrsimê de Pira Paxê ya textîn hatîye şewitandin.
Di navbera çemên Xarçîkê û Pêrî (Büyüksu) de, li bakurê Qisle (Nazımiye), ber bi Çîyayê Baxirê herêmek çîyayî, bilind û fireh heye. Bilindayîya hin girên vê herêmê li dor 2500 metreyan e. Ji Qisle ber bi bakur erd nizmtir dibe; zozanên ji hêla ax, av û gîhayê dewlemend pir in. Li derdora Deştê (Balpayam) zevî pirtir in. Çira Hay (Dereköy Şelalesi) li bakurê Qişle dimîne. Daristana Beşk (Bezik Ormanı) li derdora Qişle dimîne. Çîyayê Hamîk li rojhilatê Qişleyê dimîne, Xosim (Güzelpınar, ngundê Qişle) li ber vî çîyayî ye. Çîyayê Duzgunbaba, li başûrê rojavayê Qişleyê dimîne, ji bo Dêrsimîyan çîyayekî pîroz e. Çîyayê Tor (Koyê Tor), li bakurê Qişle dimîne. Li Qişleyê tenê gundîyên Kimsor (Yaylagil) bi Kurmancî dipeyivin. Çîyayê Taxkîn, li derdora Poxos (yalıntaş) li bakurê rojhilatê Qişle dimîne.
Li başûrê Berîya Zeranîgê (Yeşilyazı), Çîyayên Mûnzûrê Piçûk (Mûnzûrê Jêrîn) dirêj dibin. Ji rojava ber bi rojhilat Çîyayê Maran (Koyî Mar, Yılan dağı, 2500 m.), Çîyayê Xêrxelû (Kırklar dağı, 2700 m.), di navbera Xozat û Pûlûrê de Çîyayê Balikan (2460 m.), li qiraxa Çemê Mûnzûr Çîyayê Pokir (2460 m.) li vê herêmê ne. Çemên ji vir derdikevin û ber bi başûr ve diherikin, di nav van çîyayan re derbas dibin û gelî, newal û latên tîk û asê çêkirine.
Li nav van çeman devera herî asê û balkêş li bakurê Çemîşgezekê ye. Li serê Çemê Taxarê (Ormanyolu çayı. Taxar-Ormanyolu, gundê Xozatê), Derbenda Alî Boxazi (Ali Boğazı) devera herî asê ye. Ev dever bi çeman pir hatîye kolandin û verotin, palên vê deverê pir asê û tîk in, bi sedan şikeftên mezin û fireh hene ku gelek caran Kurd li van şikeftan sitirîne û xwe parastine. Avên ku ji rojavayê Çîyayên Mûnzûrê derdikevin, li Derbenda Alî Boxazi digîhêjin ser hev, Çemê Taxarê ji vir dest pê dike, di ber Çemîşgezegê re di nav derbendeke kûr re derbas dibe û digîje ser Kebanê.

Destpêka Çemê Taxarê û Çira (şelale) Alî Boxazî
Deşta li bakurê Xozatê hinekî dûztir e, hin rastên piçûk hene. Li van deran pir kêm be jî çandinî heye, lê ji hêla aborî ve gundên vê deverê pirtirîn bi xwedîkirina heywanan debara xwe dikin.
Li ser van çîyan darên mazî pir in, li derdorên çemên ber bi başûr ve diherikin gelek darên gûzê hene, li hin deran darên fêkî yên wek hirmî jî hene.
Li herêma Dêrsimê devera herî rast û berfireh Deşta Zeranîkê (Zeranîk, Yeşilyazı) ye. Navçeya Pûlûrê di nav vê deştê de dimîne, heta ji vê deştê re Deşta Pûlûrê (Owacik) jî tê gotin. Ev deşt, di navbera çîyayên Mûnzûrê Mezin û Mûnzûrê Piçûk de dimîne. Çemê Mûnzûr di nav vê deştê û navçeya Pûlûrê re derbas dibe; ev çem, Çîyayê Mûnzûrê Piçûk bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire, li derdora Dêrsimê bi Çemê Pîlemûrê re dibe yek û xwe bera ser Çemê Mûradê dide. Firehîya vê berîya ku ji rojhilat ber bi rojava dirêj dibe li dor 80-90 km2 ye. Bakur û başûrê vê berîyê bi çîyayên Mûnzûr ve hatîye dorgirtin, gelek çemên bi coş ji van çîyan xwe bera ser vê deştê didin. Çemê herî mezin û navdar Çemê Mûnzûr e, bi masî û zelalîya ava xwe pir bi nav û deng e. Axa vê deştê aluwyonî ye, li hêla bakur kevir û kuçik pir in, genim û ceh tên çandin, ji hêla fêkîyan ne dewlemend e. Kereng li vê hêlê pir e, ji van kerengan tiştekî wek benîşt jî çêdikin. Lê axa hêla başûr ji bo çandinîyê baştir e. Fasûleyên vê deverê bi nav û deng in.
Ber bi Gola Kebanê erd nizmtir dibe, ev dever jî çîyayî ye lê ne wek bakur bilind û asê ye. Bilindayî 1750 metreyî derbas nake. Çemên Pêrî, Mûnzûr, Sîngeç (Xozat) û Taxarê li vê deverê gelîyên fireh çêkirine. Li vê deverê erdên rast hek perçe perçe bin jî pirtir in. Avûhewaya vê deverê jî nermtir e. Li derdora Mazgêrdê berf 2-3 mehan li erdê dimîne, lê li vir herî pir mehekê berf li erdê dimîne. Ber bi Gola Kebanê çandinî û fêkî jî pirtir dibin û baştir şîn tên. Lê daristan jî kêmtir dibin heta namîne.
Ber bi Pêrîyê (Çarsancak) zevîyên berdar hene, li van zevîyan genim, ceh, tûtin, petîx û zebeş baş şîn dibin; tirî, tû bihîv û gûz pir in. Lê gelek zevîyên vê deverê di binê ava bendavê (baraj) de mane. Li hin deran pembo jî şîn dibe, heta li Muxundîyê (Darıkent, gundê Mazgêrd) jî pembo tê çandin, lê ne ewqas berdar e. Li hin deran darên hinar û hijîrê jî hene. Çemê Kare (Dere Kare, Kar deresi), li derdora Muxundî dimîne.

Çemê Pêrî




[1] Prof. Neşet Arslan, www.radikal.com.tr
[3] http://dersim.uzerine.com/index.jsp?objid=1643