Çîyayên Mûnzûrê

Çîyayên Mûnzûr bi her awayî bi nav û deng e. Bi gelek taybetîyên xwezayî, erdnîgarî, dîrokî, civakî, çandî û hwd ve pir girîng e. Piraya Kurdên Elewî li vê deverê dijîn, zaravayê Zazakî (Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî) herî pir li vê deverê tê bikaranîn. Navenda Qetlîama Dêrsimê (1937-1938) ev dever e, bi hezaran Kurd li vê deverê hatine kuştin, ava çemên vê deverê bi xwîna Kurdan sor û kur bûye. Ev çîya hîn jî lehengên têkoşîna azadîya Kurdîstanê hembêz dike, disitirîne, ji wan re mahzûbantîyê dike…
Ev rêzeçîya li hember Egînê, li ser Gelîyê Ava Reş bilind dibe, piştî dirêjayîyek li dor 100 kîlometreyan xwe digîhêjîne ser Çîyayê Mercanê. Lê ne ewqas fireh e. Di navbera Pulur (Owacik) û Gamaxê de firehîya vî çîyayî 30 kîlometreyan derbas nake. Bilindayî li her deverê ji 2500 metreyan zêdetir e. Li ser vî çîyayî gelek dirûv (şikil) û golên bi maşîna cemedê çêbûnin hene. Gelek gir, qot û çîyayên bilind li ser vî rêzeçîyayî hene: Li hember Egînê Çîyayê Geşo (3111 m.), Çîyayê Fîkîrîk (Fekrîk, 3262 m.), Girên Jare (Ziyaret tepeleri, 3071 m.), Çîyayê Golbaşî (Koçgölbaşı, 3239 m.), Çîyayê Qatiro (Katırtepe, 3129 m.). Çîyayê Xewaçûr (Haydarbaba dağı), li hêla rojava, li devera ku Mûnzûrên piçûk û mezin digîhêjin ser hev dimîne, Xewaçûr (Yenikonak, gundê Pûlûrê) li binê vî çîyayî dimîne. Li vê deverê madena qrom tê derxistin.
Çîyayên Mûnzûr, li hêla rojava li derdora Xewaçûr û li hêla rojhilat li derdora Gelîyê Mircanê (Mercan Vadisi) digîhêjin ser hev, Çemê Mûnzûr ji hêla rojava ve derdikeve, di nav Deşta Zeranîkê re derbas dibe, Pûlûrê li bakurê xwe dihêle, di nav hemû çîyayên ber bi Dêrsimê ve re diherike û li başûrê Dêrsimê tev li Çemê Xarçîk dibe û ber bi Kebanê ve diherike.
Ev rêzeçîyayê seranser wek dîwarekî di navbera gelîyê Ava Reş û newala Zerenîkê (Yoncalı) de ber bi Çîyayê Mercanê ve dirêj dibe. Çemên ji vî çîyayî derdikevin gelek newal û lat çêkirine, lewra çîyayekî asê ye. Lê jorê vî çîyayî dûztir e, tevgera li jor hêsantir e, gelek dever bi axek qalind nuxumandî ne.
Baran û berfa vî çîyayî pir zêde ye. Di demsalên bihar û payizê de ewr li ser vî çîyayî kêm nabin, di demsala havînê de jî baran dibare. Li bakurê vî çîyayî havînî jî berf tê dîtin û gelek gol û goltik hene. Golên sereke ev in: Qere Gol (Karagöl), Gola Çîmlî, Gola Berxan (Kuzu gölü), Gola Sor (Kırmızı göl).
Li ser Çîyayê Mûnzûr kalkerên (berespî-kevirê kilsê) bi rengê mor gelek cî digrin, li hêla Zerenîkê kalkerên sor jî tên dîtin. Li gelîyan, herî pir jî li hêla rojava ber bi Derbenda Egînê (Kemaliye) darên mazî pir in. Li derdora çavkanîya Çemê Mûnzûr, li nêzîkî Solhesenê (Akyayık) hin darên çamê hene. Li jorê Çîyayê Mûnzûr, deverên bi ax, gîha û mêrg pir in. Di demsala havînê ya kin de ev çîya bi çîçek û kulîlkên rengîn tê xemilandin. “Li ser Çîyayên Mûnzûr 1518 cure hêşînayî şîn dibin, ji van hêşinayîyan 50 heb endemîk in û 21 heb jî tenê li vê deverê şîn dibin.”[1]
Ev çîyayê wek dîwarekî di navbera Erzîngan û Dêrsimê de bilind dibe, di piraya salê de bi berfê nuxumandîye, Çemê Ava Reş li hêla bakur û rojava gelî, lat û newalên asê çêkirîye.
Bilindayîya derbendên li ser Çîyayê Mûnzûr ne kêmî 2700 metreyan e. Derbenda Manciqê ya herî kêrhatî ye, di navbera Gamax (Kemah) û Pulurê (Owacik) de ye. Rêya ku ji Derbenda Manciqê derbas dibe derbasî bakurê Mûnzûr dibe, ev rê piştî 7-8 kîlometreyan dikeve nav Derbenda Naldoken, her deverê vê derbenda ku dirêjahîya wê 200-300 metre ye kevir û kuçik e, ji ber vê yekê nalên hespan zû dikevin. Piştî Naldoken Derbenda Qulqul dest pê dike, ji vê derbendê du rê derdikevin; yek jê ber bi rojava ve diçe Qere Golê, rêya din ber bi başûr ve dadikeve Nerdîgano (Kırk Merdiven), ev rê piştî Nerdîgano digîhêje Çimi û Pulurê. Ev rêya ku ji Gamaxê dest pê dike û di ser Pulurê re digîhêje Xozatê wek Rêya Yawûz Selîm (Yavuz Selim yolu) tê binavkirin. Rêya ku ji Gamaxê dest pê dike û li qiraxa Çemê Ava Reş dom dike bi Derbenda Gola Reş (Karagöl), derbasî nav Çîyayê Mûnzûr dibe. Derbenda Sohmerîk, li rojavayê Derbenda Manciqê li ser rêya Uskuburtê (Yücebelen) ye, ev derbend ne ewqas asê ye. Li derdora vê derbendê Zozana Sohmerîk heye.
Di salên berê de gelê Egînê di van derbendan re bi hêstiran (qantir) derbasî Pulurê (Ovacık) dibûn, alavên manîfatûra difrotin û rûn distendin, bi taybet jî benîştê ku ji kerengên şêrîn dihat derxistin distendin. Bazirganîya vî benîştî heta Qers û Stenbolê belav dibû.




[1] Prof. Neşet Arslan, www.radikal.com.tr

Hiç yorum yok: