Çîyayê Nemrûdê

Di nav Deşta Mûşê û Gola Wanê de Çîyayê Nemrûdê bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; ji vê rewşê re qaldera tê gotin. Berî vê teqîna dawîn bilindayîya Nemrûdê li dor 5 hezar metreyan bûye, lê piştî teqînê daketîye 3100 metreyan, ango bi vê teqîna dawîn re li dor 2 hezar metre bilindayî bi hewa ketîye û li derdor belav bûye. Di nav qalderayên Dinyê yên herî mezin de yek jê jî Qalderaya Nemrûdê ye. Çapa vê qalderayê li dor 7 kîlomtreyan e û dişibe Qalderaya Lake ya li Emerîkayê.
Firehîya qalderayê bi qasî 38 km2 ye. Li nav vê qalderayê gelek gol û germav hene. Gola Nemrûdê (9 km2) bi şiklekî lêvedas (hîlal) di nav vê qalderayê de ye, ava berf û gelek kanîyan xwe bera ser vê golê dide, rengê ava golê şîntarî ye û ava golê şêrîn e. Çend sed metre li rojhilatê vê golê, Gola Rahwa heye, golek piçûk e û ava wê jî şêrîn e. Li hêla bakurê Gola Nemrûdê, Germav (Ilıca) heye, ava germ ya ji binê erdê tê li vê golê tê ser hev. Li derdora vê gola avgerm, kevirên reş û birqok hene, ev kevirên camê yên xwezayî (obsidiyen), bi cemidîna lavên ji volkanê pijiqînê çêbûnin.[1] Her du golên din zivistanî qeşa digrin, lê li ser vê golê zivistanî jî keldûxan bilind dibe. Ji qelîştekek li nêzîkî vê golê germahîyek pir zêde derdikeve. Ev germahî ji bo çareserîya hin nexweşîyan tê bikaranîn.
Ji hêla rojhilat ve daketina ber bi Gola Nemrûdê hêsantir e, erebe jî diharin heta Gola Rahwayê û nêzîkî Gola Nemrûdê. Hêla bakur asê ye, stûnên bazalt bi qasî 500 metreyan bilind dibin, devera Çîyayê Nemrûdê ya herî bilind li vê derê ye, ev dever Kela Nemrûdê (2828 m.) ye. Hêla rojava kin e, 300-400 metre ji golê bilindtir û tîk e. Ji vê hêla rojavayê golê re Serê Golê tê gotin, dar û berên vê deverê pirtir in.
Çîyayê Nemrûdê ne ewqas tîk e, ji ber teqîna duyem jorê wê hilweşîyaye, lewra çîyayekî pahn e, palên wê ne pir tîk in. Li palên vî çîyayî zinar kêm in, tuf û xwelîya boz (cûn) li palên vî çîyayî qorekî qalind çêkirine, ev tuf û xwelîya wek qûmê zû hûr dibe û avê wek sungerê dimêje, lewra li ser vî çîyayî çem qet tune û kanî jî pir û pir kêm in. Ava ku xwe bera hundur dide, pirtirîn li rojava li hêla Serê golê wek kanîyan derdikevin rûyê erdê. Av, gîha û mêrgên vî çîyayî pir hindik in, tenê li derdora golan gîha û mêrg şîn dibin.
Lav û xwelîyên ji Çîyayê Nemrûdê pijiqîne, li hêla başûr li erdekî pir fireh belavbûnin. Li vê hêlê bi van lav û xwelîyan Deşta Rahwa çêbûye. Piştî Deşta Rahwa, Çîyayê Kîrkor (2350 m.) û Çîyayê Qîza Lewalîn (2613 m.) bilind dibin. Ev her du çîya û Deşta Rahwa, rê li ber ava ku ber bi Berîya Mûşê diherike girtîye û bûne sedem ku Gola Wanê çêbibe.
Deşta Rahwa, du beş e, ji hêla ber bi Tatwanê re Rahwaya Piçûk û ji hêla din re jî Rahwaya Mezin tê gotin. Rêyên ji Bedlîs, Tatwan û Mûşê tên li vê deştê, li binê Çîyayê Kîrkor digîhêjin ser hev. Deşta Rahwa, hawirdor bi çîyayên bilind dorgirtî ye. Zivistanî ji van çîyan bayên pir bi hêz tên, lewra zivistan li vê deştê û ber bi Bedlîsê pir sar û seqem e, berf û pûk zêde ye.
Li bakurê Çîyayê Nemrûdê erd bi derbekê nizm nabe, Çîyayê Sefîl (2650m.) li vê deverê ye. Piştî vî çîyayî Deşta Tapawankê (Guzelsû) ya fireh (40 km2) û bilind (2000 m.) dest pê dike, deşt ji rojava ber bi Gola Wanê xwêl dibe. Axa vê deştê baş e, lê ji hêla avê ne dewlemend e. Çemê Eladîn di nav vê deştê re derbas dibe, di wextê de bi ava vî çemî hin aş dixebitîn.
Li bakurê Çemê Eladîn Gola Kêrsê (Nazîk) cîh digre, ji rojava ber bi rojhilat dirêjahîya golê li dor 10 kîlometreyan e, ji bakur ber bi başûr ve jî li dor 5 kîlometreyan e. Gol piraya ava xwe ji binê erdê distîne. Masîyên golê pir in. Li derdora golê hin rast, deşt û berî hene, Berîya Çîçeposê yek ji vanan e. Gîha, mêrg, genim û ceh li van deveran şîn dibin.
Li rojhilat ji Gola Kêrsê Ava Sûcxane derdikeve, piştî çend kîlometreyan digîhêje ser Ava Soxaz ya ji Çîyayê Yaqûb Axa tê. Li dor 5 km. nêzîkî Gola Wanê Çemê Eladîn jî tev li vê avê dibe û bi navê Ava Qarmûçê xwe bera ser Gola Wanê didin.
Li rojavayê Gola Kêrsê, Çîyayê Qulingo (Tûrna, 2500 m.) bilind dibe. Çîyayekî bilind, girseyî û pahn e. Tenê li hêla rojava kevir û zinar pir in. Ji hêla av, gîha û mêrgan dewlemend e; zozanên vî çîyayî bi nav û deng in, di wextê de ji Sêrtê jî koçer dihatin van zozanan.
Li rojavayê Çîyayê Qulingo, di nav Deşta Lîz û Mûşê de, bilindahîyek fireh û pahn heye, ne zêde asê ye. Ji vê devera ku digîhêje heta Derbenda Evdilbiharê re Kosor tê gotin. Axa vê deverê pir e, hêla ber bi Berîya Mûşê firehtir e û hin çemên kûr di nav re derbas dibin.
Zozana Seyidan li rojavayê rêya di nav Mûş û Kopê (Bûlanik) de dimîne. Ji vir ber bi Çemê Mûradê Çîyayê Handrîs wek silûmekê bilind dibe. Ev silûm ne seranser e, li hin deran nizm û li hin deran jî bilind dibe, devera herî bilind Çîyayê Resûlan (2300 m.) e.
Li rojhilatê Gola Kêrsê, piştî Çîyayê Qulingo, Çîyayê Meceran (2250 m.) ber bi bakur ve bilind dibe. Av û gîhaya vê deverê baş e, li hin deveran çandinî jî dibe. Çemê Tokcîmînê ji rojavayê vî çîyayî derdikeve, ber bi gundê Abrî (Esenlîk) diherike û xwe bera ser Deşta Lîz dide.
Li bakurê Çîyayê Meceran, di nav deştên Lîz û Kopê de, Çîyayê Bilîcan bilind dibe. Çîyayekî volkanî û bilind e. Ev çîya li bakurê rojavayê Gola Kêrsê (Nazik) dimîne. Çend girên bilind li ser vî çîyayî hene: Şêx Tokom (2300 m.), Mele Hesen û Pozê Reş (Qarabûrûn, 2500 m.). Piştî van giran, çîya bilindtir dibe; girên Bilîcan, Wangesor û Zîyaretê. Ji vir pê ve çîya hêdî hêdî nizm dibe, piştî Girê Lalîsa (2050 m.) Deşta Lalîsa û paşê jî Deşta Kopê dest pê dike. Li ser vî çîyayî, li derdora Gundê Abrî (Esenlik, gund Kopê) kevirê aşan hene.
Li rojavayê bakurê Çîyayê Bilîcanê hin girên volkanî hene, ne pir bilind in. Ji vê deverê re Kanîspî tê gotin. Li rojhilatê vê deverê, ber bi bakurê Gola Xaçûlî (Haçlı gölü), Çîyayê Qizqapan (Kızkapan, 1800 m.) li ser Deşta Kopê bilind dibe. Rêya ji Xelatê tê Kopê û li rojavayê Gola Xaçûlî dimîne, di derbenda li ser vî çîyayî re derbas dibe. Zivistanî pûk li vê derbendê pir bi xeter e.
Piştî Çîyayê Meceran, ber bi rojhilat ve, li derdora bakurê Gola Kêrsê, erd firehtir û nizmtir dibe. Gîha û zevî li vê deverê pir in. Piştî Derbenda Kêrsê, erd bi derbekê bilind dibe, cîyê herî bilind Çîyayê Yaqûb Axa (2400 m.) ye. Çîyayekî dirêj, fireh û pahn e; ne ewqas asê ye, av û gîha pir e.
Piştî Çîyayê Yaqûb Axa, Çîyayê Atoma (2300 m.) dom dike. Ji vî çîyayî ber bi başûrê Deşta Kopê, erd nizmtir û firehtir dibe. Ev dever ber bi Qere Hesenê (gundê Melezgirê) dirêj dibe. Ji vê deverê re Palên Gazê tê gotin.
Piştî Çîyayê Yaqûb Axa, ber bi Elcewazê (Adîlcevaz), xeteke çîyayî cardin bilind dibe. Rojhilatê vê xeta çîyayî ne ewqas bilind e. Lê di navbera Ava Soxaz û Xelatê de, Çîyayê Madawans (2250 m.) bilind dibe. Ev xeta çîyayî bi Çîyayê Zîyaretê (2700 m.) dom dike. Ev çîya li nêzîkî Gola Wanê û Elcewazê diqede, ji vî çîyayî gelek çem xwe bera ser Gola Wanê didin. Ji Çîyayê Yaqûb Axa heta vî çîyayî gelek golên piçûk hene.
Di navbera çîyayên Yaqûb Axa û Zîyaretê de, ber bi Çîyayê Sîpanê, erdekî bilind cî digre. Ji vê devera ku ji zozan û platoyên bilind pêk tê Qirqahir an Qirqaxil tê gotin (navê gundekî Çewlîgê jî Kırkağıl-Ermtax e). Erdê vê deverê volkanî ye, kevirên volkanî li gelek cîyan belav bûne, lê bi giştî axek qalind ev dever nuxumandîye. Gîha û mêrgên vê deverê xurt in lê av li vir pir kêm e. Ji ber ku erd volkanî ye, av xwe bera jêr dide, lewra çem li vê deverê tune. Avên ku li Çemê Şebû digîhêjin ser hev jî berî ku bigîhêje Çemê Mûradê zuha dibin. Li vê deverê ev peyv pir dihat gotin: “Genimê Kopê û gîhayên Qirqaxilê bi nav û deng e.” Zivistan li vê deverê pir dirêj e; bi berf, sar û seqemek zêde derbas dibe. Havîn pir kin e, wek biharê hênik e. Hin bîrên bi ava berfê tên dagirtin, ji bo heywanan tên bi kar anîn.
Ber bi başûrê rojavayê Çîyayê Sîpanê, di navbera Xelat û Elcewazê de erd nizmtir dibe. Li vir erdekî rast û kort heye ku hawirdorê wê bi çîyan ve dorgirtî ye, di şiklê tejaneyek (hawza) dorgirtî de ye. Ji vê deverê re Zilgeha Mam (Sutey) tê gotin. Ev tejane bi qasî 2200 metre bilind û bi qasî 20 km2 fireh e. Zivistanî ev dever bi berfê tije dibe û her der qeşa digre, dibe cemed. Di demsala Biharê de berf dihele, her der bi ava berfê tije dibe, ev tejane dibe wek golekê. Di demsala Havînê de av vedikşe, gîha û mêrgên pir xurt şîn dibin, hin deverên vê zilgehê havînî jî zuha nabin. Avên ku li vir xwe bera jêr didin, li dor Elcewazê bi Kanîya Kafir (Gawûr Pinari) re derdikevin rûyê erdê. Hêla bakur ne ewqas avzêm e, ev dever Deşta Wêrangazî ye, Gundê Wêrangazî yê Navçeya Elcewazê jî li vê deverê ye. Rêya di nav Elcewaz, Xelat û Melezgirê, li rojhilatê vê deverê, di Derbenda Mam (Sutey, 2250 m.) re derbas dibe.




[1] Kovara Atlasê, Atlasa Rotayên Meşê, Koleksîyona Taybet 2009.

Hiç yorum yok: