Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê

Çîyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çîyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çîyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek
Çîyayê Şerefdînê ji hêla av û gîhayê pir dewlemend e. Zozanên wê pir in, gelek zozanvan tên van zozanan. Zozanên herî bi nav û deng ev in: Çalkavya, Bazirganan, Qendîl, Mêrgemîr[1]… Li ser zozanên Şerefdînê cîhê herî navdar û fireh Meydana Hirçan (Meydana Heşek, Eşek Meydani) e.
Hêla başûrê vî çîyayî ya ber bi Çemê Mûradê pir asê ye. Li rojava û rojhilatê Bongilanê (Solhan) hin erdên dûz, rast hene, ew jî piçûk in. Li vê hêlê darên mazî pir in, darên fêkî bi taybet jî tû pir in, darên gûz û hirmîyê jî hene.
Çîyayê Şerefdînê li hêla bakur ber bi Çemê Hesnawe (Hasanova) û Çemê Baskan ve nizm dibe. Ber bi Gimgimê li derdora Gundê Mîran (Çayçati) berîyek heye.
Li Rojhilatê Berîya Gundê Mîran, Girê Kanîspî (1800 m.) bilind dibe. Li hêla bakur jî 3 çîya hene; li bakurê Çemê Baskan Çîyayê Çapank, ber bi Rasta Xormekê Çîyayê Greboxan (2050 m.), ber bi rasta Gimgimê Çîyayê Leylegê (2100 m.) û li paş wê jî Çîyayê Kurê.
Çîyayê Bîngolê girseyeke mezin û bilind e. Ji bakurê rojava ber bi başûrê rojhilat li dor 120 kîlometreyan dirêj dibe. Li ser vî çîyayî hin girên mezin bilind dibin: Ber bi Deşta Xinûsê (Hinis) Girê Kelê (Kaletepe) an Girê Bîngolê (3194 m.), tûjik û girê herî bilind e. 7 kîlometre li rojavayê vî girî Girê Beranan (3189 m.) bilind dibe. Di navbera Girê Kelê û Girê Selereş de newalek bi qasî 5 kîlometreyan dirêj û kîlometreyekê fireh heye. Ji vê deverê re Hûrikan (Kortikan) tê gotin, zanga (krater) Çîyayê Bîngolê ya sereke ev newal e. Di vê newalê de, ber bi Girê Selereşê Gola Sîtilan heye. Ev gol pir kûr e, hêla başûr pir tîk e. Li rojava çemek derdikeve, bi navê Coya Bastikê ber bi Çirava Eltûnan diherike û dibe şaxekî Çemê Erezê. 5 kîlometre li başûrê rojavayê vê golê, li Mêrga Şewitî golek piçûktir, Gola Çaqilê heye ku havînan zuha dibe. Derveyî van golan bi sedan golên piçûktir hene ku piraya wan di meha Tebaxê de zuha dibin.
Li rojava û başûrê Girê Qele Zozanên Ger; li başûrê Girê Beranan jî Mêrga Şewitî (3050 m.) hene. Li rojhilatê Mêrga Şewitî, newalek heye ku li dor 800 metre dirêj û bi qasî 200 metre jî fireh e. Jêrê vê newalê avzêm e. Li gor agahîyên niştecîyên vê deverê, di dema borî de hin caran dûxan ji vê newalê bilind bûye û qet gîha lê şîn nehatîye. Li gor vê agahîyê ev newal zangek (krater) volkanî bû ye, Lê paşê av lê kom bûye û gîha lê şîn bûye.
Çemê Goşkarê, ji Çîyayê Bîngolê derdikeve û ber bi Gimgimê; wek kefa sabûnê ser kevir û zinaran digire û pê re jî dike lorîn û diherike. Di vî çemê zelal de masîyên alabalix pûl bi pûl in. Li aliyê rojava Çiyayê Guhazêrîn bi belekîyên xwe bilind dibe û digîhêje Çîyayê Goşkarbaba (2750 m.). Goşkarbaba, wek silûmekî zirav bilind dibe û ji Kurdên Alawî re dibe cîyekî pîroz. Li wê derê îbadet, girî û lawayên wan, gilî û gazinên wan qet kêm nabin.
Di rêzê de ber bi rojhilat ve Çiyayê Hazirbaba, wek nikilekî bilind dibe û her weha ew jî ziyaretgehek e. Di rêza Hazirbaba de ber bi rojhilat ve seranser çiyayên bilind rêz dibin. Di nav van çiyayên bilind de Newala Hotan, bi kûrahiya xwe û çemê xwe, xwe digihîne Gundê Gulikê û Çemê Gulikê. Çemê Gulikê, ji Xoşan derbas dibe û li deşta Gimgimê digîhêje Çemê Goşkarê û navekî din digire; Çemê Sûs. Çemê Sûs, di ber Şerefdîn re derbas dibe û di bin Pira Evdirehman Paşa de digîhêje Çemê Muradê.
Piştî Çemê Gulikê, Çîyayê Toraqan (2850 m.) bilind dibe. Rojavayê Çemê Goşkarê bilindayîyeke girseyî ye. Ber bi Deşta Xormekan (Xormekê) û Gundê Stukranê (Çaylar, gundê Gimgimê ye) Çîyayê Sorpalak (2800 m.) bilind dibe. Li hêla rojhilat tam li hember vî çîyayî, Çîyayê Kumnakşan heye, li ser vî çîyayî girê herî bilind Girê Sor e (2850 m.). Hîn li rojava Zozanên Çelker hene, Zozana Batimê jî li vê deverê ye.
Li ser Çîyayê Bîngolê girê herî mezin Kox (3500 m.) e, di navbera Xinûs û Gimgimê de dimîne, zozanên bi nav û deng (Mêrga Xalitan, Mexelê Sor…) li vir in, di demên borî de havînan Eşîra Berîtan, dihat van zozanan bi reşmalên xwe bi cî û war dibûn.
Çîyayê Guhazêrîn, di bilindayiya xwe de yekem di Îlonê de qirê berfê digire û tu dibejî qey agahiya zivistanê dide. Ji ber ku li gelek gundan di bilindayiya xwe de xwiya dike.
Çîyayê Bîngolê, di navbera Tatos (Tekman), Xinûs (Xinis), Gimgim (Warto) û Kanîreşê (Qarliowa) de dimîne. Li ser berîya Xinûs, bi taybet jî li ser berîya Gimgimê wek dîwar an maseyekê bilind dibe. Li erdê vê deverê derz (fay) hene ku hîn jî dibin sedemê erdhejan. Di sala 1966an de du erdhejên mezin li derdora Gimgimê pêk hatine (07-Adar-1966, 19-Tebax-1966). Erdheja di Tebaxê de mezintir bûye, li dor 2500 kes mirine û hima hima hemû avahî xera bûne.
Barîna Çîyayê Bîngolê pir e; berf zêde zêde dibare, çem û newal bi berfê tên dagirtin, çîya wek girseyek bilind û dûz xwîya dike. Li palên başûr gelek tevgerên aşîtê pêk tên. Bi taybet jî, li derdora Çemê Koşker, Çîyayê Sorpalak û Qûmnakşanê aşît dibe sedemê gelek xeteran, li van deveran gelek kerî (pez) û mirov di binê aşîtê de mane.
Çîyayê Bîngolê ji vê herêmê re wek embara (depo) avê ye. Gelek av ji vî çîyayî xwe bera ser çemên Erez û Mûradê didin. Çavkanîyên Çemê Erezê yên destpêkê ji vir, ji navbera Girê Beranan û Mêrga Şewitî derdikevin, ji vê deverê re Heft Newal tê gotin. Çemên xwe bera ser Mûradê didin pirtir û mezintir in.
Jorê Çîyayê Bîngolê, rût e, dar û ber pir kêm e. Li palên rojava, rojhilat û başûr hin darên mazî hene. Li hêla ber bi Xinûsê hin darên gûzê hene. Gelek heywanên dirinde li ser vî çîyayî dijîn: Hirç, beraz, gur, rêvî, kîrgo, pezkovî… Rêvîyên reş li vê deverê bi nav û deng in, lê çiqas mane ne dîyar e.
Çîyayê Bîngolê ber bi bakur ve hêdî hêdî nizm dibe, Zozana Xerabê Sor û Zozana Çeto li vê hêlê ne. Li bakurê Çîyayê Bîngolê, rastên Pasîn û Erziromê, li rojhilat Çîyayê Şeqşeqê heye, ji vê deverê re Rasta Tatosê (Tekman) tê gotin.




[1] “Mirov ku ji Gelîyên Berazan diçe Elezgirê, di ser çiyayê Mêrgemîrê re derbas dibe. Dema ku em derketin ser Mêrgemîrê, li fêza kaniya Hêlê, çiyayê Kosedaxê bi wê heybeta xwe ve derkete pêşiya me.” Ahmet Aras, Hinar, Bultena Kurdî-Derê ya şaxa Îzmîrê, sal 1, hejmar 2.

Hiç yorum yok: