Bakurê Kurdîstanê

Bastûra erdê Kurdîstanê rewşa xwe ya dawîn di dema sêyem (tersîyer) de, herî pir bi tevgerên tewangî (orojenîk) stendîye. Paşê jî tevgerên hilweşîn û bilindbûnê (epirojenîk), tevgerên volkanî û maşîna çeman bandorek mezin li bastûra erdê Kurdîstanê kirine.
Di nav dirûvên erdê Kurdîstanê de, çîyayên tewangî yên bi awayekî rojava-rojhilat dirêj dibin, pir û girîngtir cîh digirin.
Piraya erdê Kurdîstanê, berî dema sêyem (tersîyer) derya (bahr) bûye. Ev Deryaya Tetîsê bi qorên tort (tortul) tije bûye. Reşahîyên (bej) Erebîstan û Rûsyayê ji başûr û bakur, wek mengeneyekê bandorek pir mezin li van qorên tort kirine. Ji ber vê bandorê ev qorên tort yên nerm, wek çîyayên tewangî bilind bûne. Yên hişk jî şikestine, alîyekî erdê şikestî wek çîya bilind bûne, alîyek jî wek newalan hilweşîyane. Ji ber ku gelek deverên erdê şikestine, bi sedan heta bi hezaran teqînên volkanî û erdhej (zelzele) pêk hatine. Lewra li Kurdîstanê gir û çîyayên volkanî û xetên erdhejê pir in.
Li Rojhilata Nêzîk û Navîn, welatê ku erdê wê herî bilind û bi her awayî tevlihev û dewlemend Kurdîstan e. Ji Berîya Mêrdînê heta Qers û Erdexanê, ji Meletê heta Gola Wanê û heta Gola Ûrmîyeyê erdnîgarîyeke pir dewlemend heye. Berî, deşt, zozan, çîya, best, bestik, çem, gelî, newal, gol, gir, girik û hwd. Hemû dirûvên erdê li pê hev rêz dibin. Wek mînak; ji başûr ber bi bakur ve: Berîya Mêrdînê, Çîyayê Mazî, Deşta Dîyarbekirê, Çemê Dîcle, Çîyayê Torosê, Çemê Mûradê, Çîyayê Şerefdînê, Çîyayê Erezê, Ava Reş, Rasta Pasînê (Erzirom), Çemê Erezê, Çîyayê Elahuekber, Gola Zûrzûnanê (Çildir), Çemê Qûra li pê hev rêz dibin. Di nav û li derdora wan de bi sedan çem, gelî, berî, deşt, zozan, çîya, gol û hwd. hene.
Erdê Kurdîstanê bilind û çîyayî ye. Averaja (nîvayî) bilindayîya erdê Kurdîstanê 1500 metre ye, piraya wê jî 2000 metreyan derbas dike. Lewra erdnîgarînasê Alman C. Ritter, Kurdîstan wek “giravek ji çîya” bi nav kirîye.[1] William Eagleton jî wisa gotîye; “welatê çemên bi coş, gelîyên teng û kûr û pirên darvekirî.”[2] Di hemû taybetîyên (çand, dîrok, kevneşopî…) Kurdan de bandora çîya pir zêde ye.
Ji çîyayên Kurdîstanê bi sedan çem ava xwe jê distînin. Ev çem ber bi her alîyan ve diherikin, Ava Reş û Çemê Mûradê ji rojhilat ber bi rojava, Erez û Qûra ji rojava ber bi rojhilat, Ferat, Dîcle û Zê (Zêyî Gewre, Zap) ji bakur ber bi başûr ve diherikin. Çemên ji bakur ber bi başûr ve diherikin bi avek pir û bi coş çîya û zinaran dibirin, erdê dikolin, dimaşînin û ji xwe re coyan vedikin. Gelîyên kûr û teng, lat û newalên ku mirov ditirse ku nêzîkî wan bibe çêdikin.
Ev hezar hezar sal in ku hemû neyarên Kurdan, hêzên ku çav berdane Kurdîstanê xwestinin û hewl danin ku çîyayên Kurdîstanê bi dest xînin, lê tu caran çîyayên Kurdîstanê bi tevayî neketîyê destên van hêzan. Li dij her zor û zulma zordaran Kurdan pişta xwe dane çîyayên xwe, derketine van çîyayan. Hîn jî gelek newal, lat, qot, sinsil, pal, berpal û şikeftên di nav van çîyayên Kurdîstanê de, ji lehengên azadîyê re mahzûbantîyê dikin. Hîn jî ji dewletên dagirker re hesret e ku ala xwe li hemû qotê van çîyayan darvekin.
Çîyayên Kurdîstanê, tenê li hember hêzekê neçar maye: Çemên Kurdîstanê. Van çeman li hemû deveran ji xwe re rêyek di nav van çîyayan de vekirine; bi hezaran gelî, newal, kort, kortal, lat çêkirine û herikîne, nehiştine ku çîya rê li ber azadîya herikîna wan bigre û erdnîgarîya Kurdîstanê dewlemend kirine.
Çîyayên Kurdîstanê yên ji rojhilat ber bi rojava dirêj dibin, Kurdîstanê wek sê beşan ji hev vediqetîne:
1- Rêzeçîyayên Bakur: Çîyayên Sor (Qizildax), Gêrcanis-Zevkar (Refahiye) Cîmîn, Qop, Mescîd, Elahûekber û Yalnizçamê wek dîwarekî seranser pêşîya bandorên Deryaya Spî dibirin, nahêlin taybetîyên deryayî xwe bigihêjînin nav Kurdîstanê. Ev rêzeçîya ji bakurê Sêwasê dest pê dike; Erzîngan, Erzirom, Çemê Ava Reş û Erezê li başûrê xwe dihêle û di ser Qers û Erdexanê re xwe digîhêjîne Çîyayên Qafqasê.
2- Rêzeçîyayên Navîn: Çîyayên Mûnzûr, Ava Reş, Erez, Şerefdîn û Bîngolê. Ev rêzeçîya di navbera çîyayên bakur û başûr û di navbera Ava Reş û Çemê Mûradê de, li bakurê Gola Wanê digihêje ser Çîyayê Agirî.
3- Rêzeçîyayên Başûr (Çîyayên Torosê): Wek dîwarekî seranser, ji rojava bi Çîyayê Amanosê dest pê dike, piştî berîyên Gumgum (Mereş) û Elbîstanê bi Çîyayên Engîzek û Nûrhaqê (Mereş-Gumgum) bilind dibe û bê navbir digihêje ser Çîyayên Zaxrosê. Ev çîya rê li ber bayên ji hêla başûr yên ji çolên Sûrî û Erebîstanê tên digre. Lewra di demsala havînê de bayên germ yên bi toz, qûm û herî pirtirîn li Berîya Mêrdîn û Ruhayê û li Deşta Dîyarbekirê bi bandor in. Başûrê Çîyayên Torosê hemû deşt û berî ye, di nav re Çîyayê Mazî û Qerecdax wek bilindayîyên ne pir bilind cî distînin.
Di nav van çîyayan de gelek berî û deşt hene ku çemên mezin di nav re derbas dibin: Berîya Mêrdînê û Ruhayê; Deşta Dîyarbekirê; Berîya Mûş, Bîngol (Çewlîg) Elezîz (Xarpêt) Meletê û Mereşê; Berîya Tercan, Erzîngan, Tortim, Tatos (Tekman), Erzirom û Îdirê…
Bastûra erdê Kurdîstanê ji 3 rêzeçîya û çem, gelî, berî û deştên di nav van çîyayan de dimînin pêk tê.




[1] Huseyin Saraçoğlu, Herêma Enetolyaya Rojhilat, Weşanên Wezareta Perwerdeya Netewî, Stenbol, 1989.
[2] Mehrdad R. Îzadî, Kurd, Weşanxaneya Dozê, 2007-çapa duyem, Stenbol.

Hiç yorum yok: