Çemê Mûradê

Çemê Mûradê, bi dirêjahî (600 km, Ava Reş 330 km) û tejaneya (31000, Ava Reş 16600 km2) xwe du qatan ji Ava Reş mezintir e. Çemê Mûradê, ji bakurê Çîyayê Eledaxê dest pê dike. Ji bakurê Eledaxê gelek av derdikevin, digîhêjin ser hev û dibin destpêka Çemê Mûradê. Ji vê devera ku gelek av jê derdikevin re Çilkanî (Kırkmemba) û ji devera ku Çemê Mûradê dest pê dike re jî Serê Mûradê (Muratbaşı) tê gotin. Avên ku ji Çilkanî, Girê Mûradê û Zozana Gulîzar derdikevin, li derdora Diyadînê digîhêjin ser Çemê Mûradê. Çemê Mûradê, piştî Diyadînê ber bi bakurê rojava, ber bi Deşta Zêdkan (Eleşkirt) ve diherike, li derdora Agirî (Ağrı, Karaköse) ji hêla bakur û başûr gelek av tev li vî çemî dibin.
Çemê Şîryan, ji hêla rojava, ji binê Çîyayê Mêrgemîr tê, dikeve nav Deşta Zêdkan û li başûrê Agirî digîhêje ser Mûradê. Ji hêla bakur Çemê Çeto (Cumaçay) di nav deştê re derbas dibe û li başûrê rojavayê Agirî digîhêje ser Mûradê.
Çemê Mûradê, li başûrê Agirî, piştî ku Çemê Şîryan tev lê dibe ber bi başûrê rojava ve diherike û dikeve nav Derbenda Xemûrê (Xamir, Hamur) ya teng û kûr. Çemê Mele Osman (Elmalıdere) yê ku ji Çîyayê Mêrgemîr tê li başûrê Dutaxê (Tutak) tev li Çemê Mûradê dibe. Çemê Mûradê, di navbera çîyayên Qerego (Lale) û Katawîn (Top) de dikeve nav Derbenda Pira Masîyan (Aradere), piştî vê derbendê çemên Badîşan û Şekrîk tev li Mûradê dibin.
Çemê Mûradê, li derdora Melezgirê ber bi rojava ve diherike û dikeve nav Deşta Kopê (Bulanık). Çemên Şor, Xinûs û Heftreng li derdora Qereaxilê, li rojavayê Kopê tev li Mûradê dibin. Çemê Mûradê, piştî Pira Seyda dikeve nav derbendeke kûr û dirêj, di qiraxa Deşta Lîzê re derbas dibe. Li vê deverê çemên Lîz û Koşker tev li Mûradê dibin.

Çemê Mûradê, li başûrê Xandilîs (Karaköy), piştî derbendeke kurt dikeve nav Deşta Seqawî û digîhêje ser Deşta Mûşê. Çemê Kelereş di Newala Kelereşê re derbas dibe, li nêzîkî Dêrxasê, li derdora Gundê Ûştama Kurd (Aşağı Üçdam) tev li Ava Reş dibe. Çemê Mûradê, li devera ku Ava Reş (Karasu) tev lê dibe, ber bi rojava ve diherike.
Çemê Mûradê, berî ku bigîhêje ser Bendava Kebanê (Keban Barajı. Bi Ermenî Gaban e, wateya wê jî derbend- gêdûk e) di nav gelek derbendên kûr û teng re derbas dibe. Çemê Mûradê, piştî Deşta Mûşê dikeve nav Derbenda Dara Hênê (Genç), ev derbend (50 km) pir dirêj, kûr û asê ye. Li rojavayê Çîyayê Qozma, li derdora Orûxê (Orûq, Ulukaya) şelaleyeke (gurgure) ku ji çend metreyan xwe bera jêr dide çêdibe. Çemê Mûradê, piştî Derbenda Dara Hênê dikeve nav Deşta Çewlîgê.
Çemê Oxnûtê, di nav Deşta Çewlîgê re derbas dibe. Çemê Gayit (Gayt), ji Çîyayê Karêr (Karîr) derdikeve, di nav Deşta Xoşkar (Sancak) re derbas dibe û li derdora Fexranê (Fahran, İçpınar) digîhêje ser Çemê Oxnûtê. Çemê Oxnûtê, li bakurê rojavayê Dara Hênê tev li Mûradê dibe.
Çemê Muradê, piştî Dara Hênê, ber bi rojava, ber bi Palo û Kebanê diherike. Çemê Mûradê heta Kelaxsî (Kelaxse, Kelxisî, Doğanlı, gundê Dara Hênê ye) di nav erdekî teng û dûz re derbas dibe, piştî Kelaxsî gelîyê Çemê Mûradê teng û kûr dibe, Çemê Mûradê di Derbenda Ekrekê (Erdurek, Xûnekrek, Erduruk, Burgudere, gundê Palo ye) re derbas dibe, paşê dikeve nav Derbenda Palo. Çemê Mûradê, piştî Deşta Sekratê dikeve nev rasteke dûz û digîhêje Guluşkurê (Gulîşger, Muratbağı, gundê Palo ye) û tev li Gola Kebanê dibe.
Çemê Pêrî di nav Rasta Çêrme (Yedisu) re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Ji Çîyayê Baxirê Çemê Femê (Baxirê) xwe bera ser vê rastê dide û tev li Çemê Pêrî dibe. Piştî ku Çemê Femê tev lê dibe, Çemê Pêrî di nav Çîyayê Şeytên re derbas dibe û ber bi başûr ve diherike. Heta nêzîkî Gêxîyê gelî û derbendek kûr û teng çêdike, ev devera ku jê re Çem an Derbenda Kelxaçê tê gotin pir asê ye, qet tu zevî li vê deverê tuneye.
Çemê Pêrî piştî ku Gêxîyê derbas dike ber bi başûrê rojava diherike. Gelîyê çem teng û kûr e, gelek deverên wê asê ne. Li vê deverê ji çîyayên bakurê rojava û Çîyayê Sulbusê (Silpûz, Çîyayên Sulb û Star[1]) gelek av xwe bera ser vî çemî didin. Çîyayê Sulbusê nêzîkî navçeya Xorxolê (Yayladere) ye, her çiqas ji dûr ve pir tûjik xwîya dike jî jorê çîya dûz e û her dem bi berf e. Gelîyê Çemê Xopûsê (Yazgünü, gundê Gêxî) teng, kûr û asê ye. Li başûrê rojhilatê Xorxolê, li ser Çemê Pêrî Bendava Ozluce (Özlüce barajı) hatiye çêkirin. Çemê Pêrî, li derdora gundên Qêçiyan (Kayacı), Hêwedan (Ayvatlı) tev li Kebanê dibe.




[1] Andranîk, Dêrsim, Weşanên Deng, 2009, Stenbol.

2 yorum:

Agirî dedi ki...

EW Qatewîn ê bibe Qertewîn... Li Dutaxê çiyayek e.

Adsız dedi ki...

Mamoste navê hereman jî binivîsîne. Em mînakan bidin, li Agirîyê; MÊRGEMÎR heye di tê de hene 20 gund, MÊRGEZER heye dîsa wusa. ÇEMÇÊ heye dehan gund di nav de ne, SÎNEG (ne sînek) dehan gund di nav de ne, GOLLAN heye dîsa wusa, ELEDAX dîsa wusa.

Agirîyê Goleke zor mezin heye, jê re dibêjin Gola Mesiyan. Tiştekî balkêş e; hinek gundên dev û dorê jî heman golê re, GOLA KUŞTÎYAN dibêjin.

Gola Qulingan heye li jora Avekevirê, nêzîkî Gola Mesiyan e. Gola Kara Pîro heye li Eledaxê ye. Li gundê Qazî yê bi ser Agirîyê Gola Bicixan heye. Yalê Bazîdê Kûp Gol heye.