Çîyayên Dêrsimê

Herêma Dêrsimê, di çarçoveyeke fireh de di navbera çemên Ava Reş û Mûradê de dimîne. Sînorê bakurê herêma Dêrsimê ji başûrê çemê Ava Reş an jî ji çîyayên Mûnzûr, Mercan û Baxirê dest pê dike. Her du jî gengaz (mimkun) e, lê qotên van çîyan ji bo sînorê bakur maqûltir xwîya dike. Sînorê başûr digîhêje heta Çemê Mûradê. Ev herêm bi tevayî çîya ye û pir asê ye. Çemên ku ji çîyayên bakur ava xwe distînin pir bi hêz diherikin, ji ber ku bastûra zinarên vê herêmê ne wek hev in (hin nerm, hin hişk in), gelek lat, newal, gelî û hin şiklên din yên tevlihev û pir asê pêk hatine. Li derdorên gelîyan zinar wek dîwaran bilind dibin, derketina ser wan pir dijwar e, erdên çandinîyê hima hima qet tunene.
Li herêma Dêrsimê devera herî asê, di navbera Çîyayê Mercanê, Çemê Mûnzûr û Çemê Xarçîkê (Harçik) de dimîne. Ji vir re Devera Qalan (Mamekî) tê gotin. Gelîyên li vê deverê ewqas kûr û tîk in ku gava mirov serê xwe bilind dike gêj dibe, kûrahîya van gelîyan li hin deran ji 1000 metreyî zêdetir e. Hin zinarên li dor gelîyan hene ku wek bi çakûç hatibin şehkirin, tîk û bilind in. Meşa li ser van zinaran li jor hinekî hêsantir e lê piştî qederekê çem an bestek derdikeve pêşîyê ku derbasbûyîn pir dijwar dibe, heta ne mimkun e. Çîyayên vê deverê yên herî asê di navbera çemên Axpanos (Zaxge, Kalan), Rabat û Xarçîkê de dimînin. Çemê Zaxge, ji çîyayê li derdora Koyê Bûyere (Sarıgül, gundê Pîlemûrê) dest pê dike, li ser vî çîyayî Gola Bûyere heye, ava vê golê di binê erdê re dikeve nav Çemê Zaxge, ava golê pir sar û şîn e. Li bakur Bobyezbaba (2750 m.) çîyayekî girseyî û fireh e, rût e û pir asê ye. Li derdorên girên vî çîyayî gîha pir e. Li ser girseya vî çîyayî Çîyayê Gola Piçûk (Küçükgöl dağı, 2750 m.) û Çîyayê Gola Mezin (Büyükgöl dağı, 3000 m.) bilind dibin. Çemê Qûtû (Kutu Deresi) di navbera van herdu çîyayên golan re derbas dibe, li herêma Dêrsimê cîyê herî asê ev der e. Di komkujîya Dêrsimê de, devera ku herî pir xwîna kurdan lê hatîye rijandin, ava çem bi xwîna Kurdan sor û kur bûye ev der e.
Li başûr Çîyayê Ozevdal (Ozavdel, Aziz Abdal dağı, 3037 m.) bilind dibe. Ev çîya, li rojava bi Çîyayê Dojikbaba (Sultanbaba, 2980 m.) û Çîyayê Qereseqel (2959 m.), li başûr bi çîyayên Gêrsunet (Ardıç/Ardıçlı tepe. Ardıçlı gundê Pîlemûrê ye) û Kerenke re girseyek bilind û fireh çêdike. Ev girseya bilind di navbera çemên Qûtû (li rojhilat) û Qalanê (li rojava) de dimîne, di nav vê girseya bilind re jî çemên Îksor (Gözen, gundê Dêrsimê), Merga Sor (Çat, Çatköy, gundê Pulur) û Laçê (Laç, li ser rêya Pulur û Dêrsimê, piştî Pira Venkê tev li Çemê Mûnzûr dibe) derbas dibin. Van çeman ev girseya bilind ji hev xistine, gelek lat, gelî û newalên asê û pir tîk çêkirine ku di nav wan de, ger an meş pir dijwar e, heta li hin deran ne gengaz e.
Piştî komkujiya Dêrsimê dûrika Zazakî ya bi navê ‘HEWA DERE LAÇ’ wisa dest pê dike, “Ax halo halo / Hale ma yamano / Ordi onto ma ser / Carde welaxe ma nedano / Ala sere diyare Dere Laçi / Tede miz û dûmano…”[1] Dûrikek din ya li ser berxwedana li dor Çemê Laçê jî wisa ye; “De halo halo / Hale ma yamano / Ordîye Tirkî gurlax amo / Dorme ma qapano / Pirode bira pirode / Na qewxa aşîro nîya / Mereve Dersîmî (Kirmancîye) u zalimona Tirkano”[2]
Li başûrê Çemê Laçê Çîyayê Sor (Koyî Sûr, 2100 m.) bilind dibe. Di komkujîya Dêrsimê de li derdora vî çîyayî bi sedan Kurd hatine kuştin. Çîyayê Sor ji rojava ber bi rojhilat dirêj dibe, çîyayekî nîvbilind e, li ser vî çîyayî gelek girên tûjik hene. Hêla bakur ya ber bi Çemê Laçê tîktir û asêtir e. Li gelek deverên vî çîyayî darên mazî şîn tên. Li derdora Şixan (Akdik, gundê Pîlemûrê), li nêzîkî Pirde Sûr (Pirdo Sûr, Pira Sor, Kırmızı Köprü) Kemera Sûr (Zinarên Sor, Kırmızı Kayalık) heye. Li derdora Hesen Qajî (Hasangazi, gundê Pîlemûrê) şikefteke mezin heye. Li derdora Altûnû (Altınhüseyin, gundê Pîlemûrê) daristaneke kevnare û darên wê pir heye, di nav vê daristanê de gelek cî, war û wargehên çekdarên Kurdan hene.
Li devera ku Çemê Qûtû tev li Çemê Xarçîkê dibe Çîyayê Zel (Koyî Jel- Koye Jele, 2300 m.) bilind dibe, ev çîya bi qasî 10 kilometreyan li bakurê Dêrsimê dimîne, çîyayekî tujik, zinarî û asê ye. Li bakurê rojhilatê vî çîyayî darên hewrê (spîndar) yên qalikên wan reş şîn tên.
Li rojavayê Çemê Qalanê Çîyayê Tûzikbaba (Tûjikbaba, Dojikbaba, 3100 m.) bilind dibe. Ev jî çîyayekî asê ye, lê li vê herêmê deverên herî asê derdorên çemên Qûtû û Laçê ne. Çeman bi maşîn, kolan û verotinê her dever perçe perçe kirine; derbend, lat, newal û gelîyên pir tîk û asê çêkirine.
Bi sedan heta bi hezaran şikeft û berqef li ser van çîyayan hene ku bi sedan mirov dikarin lê bisitirin. Di hemû têkoşîn, berxwedan û serhildanên Kurdan de van şikeft û berqefan ji lehengên Kurdîstanê re mahzûbantî kirine.
Çemê Mûnzûr, piştî Pûlûrê (Owacik) dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê, heta Çemê Xarçîkê wisa dom dike. Li vê deverê gund pir kêm in, li derdora Çemê Xarçîkê hek piçûk bin jî gund hene, çandinî li vê deverê heye, darên fêkî jî pir in, darên tû û gûzê pir şîn tên, bi taybet jî li gundê Paxê (Kocakoç, gundê Dêrsimê) pir in. Di Serhildana Dêrsimê de Pira Paxê ya textîn hatîye şewitandin.
Di navbera çemên Xarçîkê û Pêrî (Büyüksu) de, li bakurê Qisle (Nazımiye), ber bi Çîyayê Baxirê herêmek çîyayî, bilind û fireh heye. Bilindayîya hin girên vê herêmê li dor 2500 metreyan e. Ji Qisle ber bi bakur erd nizmtir dibe; zozanên ji hêla ax, av û gîhayê dewlemend pir in. Li derdora Deştê (Balpayam) zevî pirtir in. Çira Hay (Dereköy Şelalesi) li bakurê Qişle dimîne. Daristana Beşk (Bezik Ormanı) li derdora Qişle dimîne. Çîyayê Hamîk li rojhilatê Qişleyê dimîne, Xosim (Güzelpınar, ngundê Qişle) li ber vî çîyayî ye. Çîyayê Duzgunbaba, li başûrê rojavayê Qişleyê dimîne, ji bo Dêrsimîyan çîyayekî pîroz e. Çîyayê Tor (Koyê Tor), li bakurê Qişle dimîne. Li Qişleyê tenê gundîyên Kimsor (Yaylagil) bi Kurmancî dipeyivin. Çîyayê Taxkîn, li derdora Poxos (yalıntaş) li bakurê rojhilatê Qişle dimîne.
Li başûrê Berîya Zeranîgê (Yeşilyazı), Çîyayên Mûnzûrê Piçûk (Mûnzûrê Jêrîn) dirêj dibin. Ji rojava ber bi rojhilat Çîyayê Maran (Koyî Mar, Yılan dağı, 2500 m.), Çîyayê Xêrxelû (Kırklar dağı, 2700 m.), di navbera Xozat û Pulurê de Çîyayê Balikan (2460 m.), li qiraxa Çemê Mûnzûr Çîyayê Pokir (2460 m.) li vê herêmê ne. Çemên ji vir derdikevin û ber bi başûr ve diherikin, di nav van çîyayan re derbas dibin û gelî, newal û latên tîk û asê çêkirine.
Li nav van çeman devera herî asê û balkêş li bakurê Çemîşgezekê ye. Li serê Çemê Taxarê (Ormanyolu çayı. Taxar-Ormanyolu, gundê Xozatê), Derbenda Alî Boxazi (Ali Boğazı) devera herî asê ye. Ev dever bi çeman pir hatîye kolandin û verotin, palên vê deverê pir asê û tîk in, bi sedan şikeftên mezin û fireh hene ku gelek caran Kurd li van şikeftan sitirîne û xwe parastine. Avên ku ji rojavayê Çîyayên Mûnzûrê derdikevin, li Derbenda Alî Boxazi digîhêjin ser hev, Çemê Taxarê ji vir dest pê dike, di ber Çemîşgezegê re di nav derbendeke kûr re derbas dibe û digîje ser Kebanê.
Deşta li bakurê Xozatê hinekî dûztir e, hin rastên piçûk hene. Li van deran pir kêm be jî çandinî heye, lê ji hêla aborî ve gundên vê deverê pirtirîn bi xwedîkirina heywanan debara xwe dikin.
Li ser van çîyan darên mazî pir in, li derdorên çemên ber bi başûr ve diherikin gelek darên gûzê hene, li hin deran darên fêkî yên wek hirmî jî hene.
Li herêma Dêrsimê devera herî rast û berfireh Deşta Zeranîkê (Zeranîk, Yeşilyazı) ye. Navçeya Pulurê di nav vê deştê de dimîne, heta ji vê deştê re Deşta Pulurê (Owacik) jî tê gotin. Ev deşt, di navbera çîyayên Mûnzûrê Mezin û Mûnzûrê Piçûk de dimîne. Çemê Mûnzûr di nav vê deştê û navçeya Pulurê re derbas dibe; ev çem, Çîyayê Mûnzûrê Piçûk bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire, li derdora Dêrsimê bi Çemê Pîlemûrê re dibe yek û xwe bera ser Çemê Mûradê dide. Firehîya vê berîya ku ji rojhilat ber bi rojava dirêj dibe li dor 80-90 km2 ye. Bakur û başûrê vê berîyê bi çîyayên Mûnzûr ve hatîye dorgirtin, gelek çemên bi coş ji van çîyan xwe bera ser vê deştê didin. Çemê herî mezin û navdar, Çemê Mûnzûr e ku bi masî û zelalîya ava xwe pir bi nav û deng e. Axa vê deştê aluwyonî ye, li hêla bakur kevir û kuçik pir in, genim û ceh tên çandin, ji hêla fêkîyan ne dewlemend e. Kereng li vê hêlê pir e, ji van kerengan tiştekî wek benîşt jî çêdikin. Lê axa hêla başûr ji bo çandinîyê baştir e. Fasûleyên vê deverê bi nav û deng in.
Ber bi Gola Kebanê erd nizmtir dibe, ev dever jî çîyayî ye lê ne wek bakur bilind û asê ye. Bilindayî 1750 metreyî derbas nake. Çemên Pêrî, Mûnzûr, Sîngeç (Xozat) û Taxarê li vê deverê gelîyên fireh çêkirine. Li vê deverê erdên rast hek perçe perçe bin jî pirtir in. Avûhewaya vê deverê jî nermtir e. Li derdora Mazgêrdê berf 2-3 mehan li erdê dimîne, lê li vir herî pir mehekê berf li erdê dimîne. Ber bi Gola Kebanê çandinî û fêkî jî pirtir dibin û baştir şîn tên. Lê daristan jî kêmtir dibin heta namîne.
Ber bi Pêrîyê (Çarsancak) zevîyên berdar hene, li van zevîyan genim, ceh, tûtin, petîx û zebeş baş şîn dibin; tirî, tû bihîv û gûz pir in. Lê gelek zevîyên vê deverê di binê ava bendavê (baraj) de mane. Li hin deran pembo jî şîn dibe, heta li Muxundîyê (Darıkent, gundê Mazgêrd) jî pembo tê çandin, lê ne ewqas berdar e. Li hin deran darên hinar û hijîrê jî hene. Çemê Kare (Dere Kare, Kar deresi), li derdora Muxundî dimîne.




[2] http://dersim.uzerine.com/index.jsp?objid=1643

Hiç yorum yok: