Çîya, çem, deşt û zozanên Dêrsimê



1.    Çîyayên Mûnzûr
Çîyayên Mûnzûr bi her awayî bi nav û deng e. Bi gelek taybetîyên xwezayî, erdnîgarî, dîrokî, civakî, çandî û hwd ve pir girîng e. Piraya Kurdên Elewî li vê deverê dijîn, zaravayê Zazakî (Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî) herî pir li vê deverê tê bikaranîn. Navenda Qetlîama Dêrsimê (1937-1938) ev dever e, bi hezaran Kurd li vê deverê hatine kuştin, ava çemên vê deverê bi xwîna Kurdan sor û kur bûye. Ev çîya hîn jî lehengên têkoşîna azadîya Kurdîstanê hembêz dike, disitirîne, ji wan re mahzûbantîyê dike…
Ev rêzeçîya li hember Egînê, li ser Gelîyê Ava Reş bilind dibe, piştî dirêjayîyek li dor 100 kîlometreyan xwe digîhêjîne ser Çîyayê Mercanê. Lê ne ewqas fireh e. Di navbera Pûlûr (Owacik) û Gamaxê de firehîya vî çîyayî 30 kîlometreyan derbas nake. Bilindayî li her deverê ji 2500 metreyan zêdetir e. Li ser vî çîyayî gelek dirûv (şikil) û golên bi maşîna cemedê çêbûnin hene. Gelek gir, qot û çîyayên bilind li ser vî rêzeçîyayî hene: Li hember Egînê Çîyayê Geşo (3111 m.), Çîyayê Fîkîrîk (Fekrîk, 3262 m.), Girên Jare (Ziyaret tepeleri, 3071 m.), Çîyayê Golbaşî (Koçgölbaşı, 3239 m.), Çîyayê Qatiro (Katırtepe, 3129 m.). Çîyayê Xewaçûr (Haydarbaba dağı), li hêla rojava, li devera ku Mûnzûrên piçûk û mezin digîhêjin ser hev dimîne, Xewaçûr (Yenikonak, gundê Pûlûrê) li binê vî çîyayî dimîne. Li vê deverê madena qrom tê derxistin.
Çîyayên Mûnzûr, li hêla rojava li derdora Xewaçûr û li hêla rojhilat li derdora Gelîyê Mircanê (Mercan Vadisi) digîhêjin ser hev, Çemê Mûnzûr ji hêla rojava ve derdikeve, di nav Deşta Zeranîkê re derbas dibe, Pûlûrê li bakurê xwe dihêle, di nav hemû çîyayên ber bi Dêrsimê ve re diherike û li başûrê Dêrsimê tev li Çemê Xarçîk dibe û ber bi Kebanê ve diherike.
Ev rêzeçîyayê seranser wek dîwarekî di navbera gelîyê Ava Reş û newala Zerenîkê (Yoncalı) de ber bi Çîyayê Mercanê ve dirêj dibe. Çemên ji vî çîyayî derdikevin gelek newal û lat çêkirine, lewra çîyayekî asê ye. Lê jorê vî çîyayî dûztir e, tevgera li jor hêsantir e, gelek dever bi axek qalind nuxumandî ne.
Baran û berfa vî çîyayî pir zêde ye. Di demsalên bihar û payizê de ewr li ser vî çîyayî kêm nabin, di demsala havînê de jî baran dibare. Li bakurê vî çîyayî havînî jî berf tê dîtin û gelek gol û goltik hene. Golên sereke ev in: Qere Gol (Karagöl), Gola Çîmlî, Gola Berxan (Kuzu gölü), Gola Sor (Kırmızı göl).
Li ser Çîyayê Mûnzûr kalkerên (berespî-kevirê kilsê) bi rengê mor gelek cî digrin, li hêla Zerenîkê kalkerên sor jî tên dîtin. Li gelîyan, herî pir jî li hêla rojava ber bi Derbenda Egînê (Kemaliye) darên mazî pir in. Li derdora çavkanîya Çemê Mûnzûr, li nêzîkî Solhesenê (Akyayık) hin darên çamê hene. Li jorê Çîyayê Mûnzûr, deverên bi ax, gîha û mêrg pir in. Di demsala havînê ya kin de ev çîya bi çîçek û kulîlkên rengîn tê xemilandin. “Li ser Çîyayên Mûnzûr 1518 cure hêşînayî şîn dibin, ji van hêşinayîyan 50 heb endemîk in û 21 heb jî tenê li vê deverê şîn dibin.” [1]

Ev çîyayê wek dîwarekî di navbera Erzîngan û Dêrsimê de bilind dibe, di piraya salê de bi berfê nuxumandîye, Çemê Ava Reş li hêla bakur û rojava gelî, lat û newalên asê çêkirîye.

Bilindayîya derbendên li ser Çîyayê Mûnzûr ne kêmî 2700 metreyan e. Derbenda Manciqê ya herî kêrhatî ye, di navbera Gamax (Kemah) û Pûlûrê (Owacik) de ye. Rêya ku ji Derbenda Manciqê derbas dibe derbasî bakurê Mûnzûr dibe, ev rê piştî 7-8 kîlometreyan dikeve nav Derbenda Naldoken, her deverê vê derbenda ku dirêjahîya wê 200-300 metre ye kevir û kuçik e, ji ber vê yekê nalên hespan zû dikevin. Piştî Naldoken Derbenda Qulqul dest pê dike, ji vê derbendê du rê derdikevin; yek jê ber bi rojava ve diçe Qere Golê, rêya din ber bi başûr ve dadikeve Nerdîgano (Kırk Merdiven), ev rê piştî Nerdîgano digîhêje Çimi û Pûlûrê. Ev rêya ku ji Gamaxê dest pê dike û di ser Pûlûrê re digîhêje Xozatê wek Rêya Yawûz Selîm (Yavuz Selim yolu) tê binavkirin. Rêya ku ji Gamaxê dest pê dike û li qiraxa Çemê Ava Reş dom dike bi Derbenda Gola Reş (Karagöl), derbasî nav Çîyayê Mûnzûr dibe. Derbenda Sohmerîk, li rojavayê Derbenda Manciqê li ser rêya Uskuburtê (Yücebelen) ye, ev derbend ne ewqas asê ye. Li derdora vê derbendê Zozana Sohmerîk heye.
Di salên berê de gelê Egînê di van derbendan re bi hêstiran (qantir) derbasî Pûlûrê (Ovacık) dibûn, alavên manîfatûra difrotin û rûn distendin, bi taybet jî benîştê ku ji kerengên şêrîn dihat derxistin distendin. Bazirganîya vî benîştî heta Qers û Stenbolê belav dibû.
2.    Çîyayên Mercanê
Li rojhilatê Çîyayên Mûnzûr, piştî Derbenda Zînî (Katır gediği, 2750 m.) Çîyayên Mercanê bilind dibin. Li gor Çîyayên Mûnzûr girseyeke pir fireh e. Li ser vî çîyayî gelek gir û silûmên ber bi Deşta Erzînganê yên wek nalên hespan hene ku ji 3000 metreyan bilindtir in. Girê Axbaba (Çîyayê Heramî, Ağbaba, Akbaba, 3463 m.) li hêla rojava li ser Deşta Erzînganê bilind dibe. Li rojavayê vî girî 2 golên piçûk hene (Gola Beranan û Gola Qantiran). Derbenda Zînî ya ku rêya Erzînganê bi Dêrsimê ve girêdide jî li rojhilatê van golan e.
Rêya Hevrişim ya dîrokî Ezirgan bi Dêrşimê girêdida. Rêyên ku di gundên Erzînganê Kîsmîkor, Surban (Kılıçkaya) û Ergen (Ergen) re derbas dibin, li Derbenda Zînî digîhêjin ser hev; ev rê piştî derbenda Zînî di ser çîya re digîhêje Şawerdî (gundê Pûlûr), piştî Şawerdî dikeve nav Gelîyê Mircan, di Hemizko (Yarımkaya), Milalîyû (Molaliler), Kemera Şaye (Karataş), Çimi (Gözeler), Mergi (Çayırlı), Dewa Eyni (Yılanlı), Tanzî (Köseler), Çedagi (Koyungölü), Adi (Adaköy), Zeranîk (Yeşilyazı), Jare (Ziyaret), Bozqiri (Eğripınar), Xewaçûr re derbas dibe û piştî derbendekê digîhaşt Egînê, ev rê ji Egînê . Ev rê li derdora Dewa Eyni bi qasî 4-5 kîlometreyan di bakurê Pûlûrê re derbas dibû. Li derdora Zeranîkê rêyek ji vê rêyê vediqete û ber bi başûr ve dizîvire, di Pardî (Karayonca) re derbas dibe û heta Xozatê dewam dike.
Li kortên di navbera van giran de her dem berf heye. Çîyayên Mercanê jî asê û rût in, ber bi Berîya Erzînganê bi palên tîk dadikevin. Gelek çem ji vî çîyayî xwe bera Deşta Erzînganê didin. Ava Mircanê (Çemê Mircanê) bi maşîn û verotinê gelek gelîyên tîk û kûr çêkirîye. Ev çîya ji hêla gîha û avê ve dewlemend e û li jor zozanên baş hene. Zozanên Derbenda Zînî û Qalarê bi nav û deng in. Gîhaya vî çîyayî li gor Çîyayê Cîmînê kintir, qalindtir û hişktir e, lê bi bîhn û dohn (rûn) e, lewra heywanan xurtir dike, heta tahma goşt û rûnê van heywanan cudatir e.
Piştî Girê Axbaba, ber bi Derbenda Gamaxê Çîyayê Seydî Siltan (Seydi Sultan li derdora Cirzînî-Binkoç ye, gundê Gamaxê) cî digre. Axek sor li ser vî çîyayî heye. Li kêleka vî çîyayî Çîyayê Îranos (Kazankaya, gündê Gamaxê) wek konekî tûjik bilind dibe, Erzînganî vî çîyayî wek qible qebûl dikin, berê xwe didin vî çîyayî û limêja xwe dikin.
Derbenda Qapili (Kapılı geçidi) pir bilind e û rê di navbera Cencîge (Çaxlayan) û Dêrsimê de vedike. Di navbera Cencîge û Pilemûrê de Derbenda Avzer (Azwat, 2100 m.) heye. Derbenda Mîx, Pilemûrê bi Pira Mûtû (24 kîlometre li bakurê Pîlemûrê dimîne, Mûtû mezra Pîndîge-Doğanpınar e) ya li dawîya Derbenda Sansa û bi rêhesin ve girêdide. Çîyayê Mercanê li pişt Pilemûrê (Pulumur) zirav û nizm dibe. Li derdora Pilemûrê li gor Dêrsimê zevî, erdên çandinîyê pirtir in. Genim, ceh, çewder û garis tên çandin. Darên fêkî, pirtirîn jî gûz li vir şîn dibe. Bizin li vê deverê pir tê xwedî kirin. Her çiqas navçeya Dêrsimê be jî ji ber hêsanîya çûyin û hatinê têkildarîya bi Erzînganê re pirtir e.
Li rojhilatê Pilemûrê Çîyayê Baxirê (Bagir-Baxirpaşa, 3293 m.) bilind dibe. Li jorê vî çîyayî çend gir hene, girê herî bilind Girê Baxirbaba ye. Ji Çîyayê Baxirê qrom derdikeve. Ji vir ber bi bakur pir tîk e, çend kortên ku her dem bi berf li vir hene. Li vê deverê çend gol hene. Derdorên van golan zinar in, avên ji van golan derdikevin tên ser hev û ber bi Derbenda Sansayê diherikin. Ev çîya ber bi Çemê Femê (Dere Feme, Fem-Kabayel gundê Çêrme-Yedisu) û rojhilat ve nizm dibe. Li vê hêlê ax pirtir e, gîha û mêrg li vê hêlê pirtir dibe. Heywanên derdor û heta yên Depê (Qaraqoçan) li van deveran diçêrin. Çîyayê Baxirê li deverek fireh cî digre û li derdora vî çîyayî çîyayên ewqas bilind tune. Di rojên sayî de ji vir Çîyayê Paltokenê xwîya dike. Çîyayê Qirqlar li başûrê Çîyayê Baxirê dimîne, Qeregol (Karagöl, mezra Pergînî ye) di nav her du çîyan de dimîne.
3.    Çîyayên Dêrsimê
Herêma Dêrsimê, di çarçoveyeke fireh de di navbera çemên Ava Reş û Mûradê de dimîne. Sînorê bakurê herêma Dêrsimê ji başûrê çemê Ava Reş an jî ji çîyayên Mûnzûr, Mercan û Baxirê dest pê dike. Her du jî gengaz (mimkun) e, lê qotên van çîyan ji bo sînorê bakur maqûltir xwîya dike. Sînorê başûr digîhêje heta Çemê Mûradê. Ev herêm bi tevayî çîya ye û pir asê ye. Çemên ku ji çîyayên bakur ava xwe distînin pir bi hêz diherikin, ji ber ku bastûra zinarên vê herêmê ne wek hev in (hin nerm, hin hişk in), gelek lat, newal, gelî û hin şiklên din yên tevlihev û pir asê pêk hatine. Li derdorên gelîyan zinar wek dîwaran bilind dibin, derketina ser wan pir dijwar e, erdên çandinîyê hima hima qet tunene.
Li herêma Dêrsimê devera herî asê, di navbera Çîyayê Mercanê, Çemê Mûnzûr û Çemê Xarçîkê (Harçik) de dimîne. Ji vir re Devera Qalan (Mamekî) tê gotin. Gelîyên li vê deverê ewqas kûr û tîk in ku gava mirov serê xwe bilind dike gêj dibe, kûrahîya van gelîyan li hin deran ji 1000 metreyî zêdetir e. Hin zinarên li dor gelîyan hene ku wek bi çakûç hatibin şehkirin, tîk û bilind in. Meşa li ser van zinaran li jor hinekî hêsantir e lê piştî qederekê çem an bestek derdikeve pêşîyê ku derbasbûyîn pir dijwar dibe, heta ne mimkun e. Çîyayên vê deverê yên herî asê di navbera çemên Axpanos (Zaxge, Kalan), Rabat û Xarçîkê de dimînin. Çemê Zaxge, ji çîyayê li derdora Koyê Bûyere (Sarıgül, gundê Pîlemûrê) dest pê dike, li ser vî çîyayî Gola Bûyere heye, ava vê golê di binê erdê re dikeve nav Çemê Zaxge, ava golê pir sar û şîn e. Li bakur Bobyezbaba (2750 m.) çîyayekî girseyî û fireh e, rût e û pir asê ye. Li derdorên girên vî çîyayî gîha pir e. Li ser girseya vî çîyayî Çîyayê Gola Piçûk (Küçükgöl dağı, 2750 m.) û Çîyayê Gola Mezin (Büyükgöl dağı, 3000 m.) bilind dibin. Çemê Qûtû (Kutu Deresi) di navbera van herdu çîyayên golan re derbas dibe, li herêma Dêrsimê cîyê herî asê ev der e. Di komkujîya Dêrsimê de, devera ku herî pir xwîna kurdan lê hatîye rijandin, ava çem bi xwîna Kurdan sor û kur bûye ev der e.
Li başûr Çîyayê Ozevdal (Ozavdel, Aziz Abdal dağı, 3037 m.) bilind dibe. Ev çîya, li rojava bi Çîyayê Dojikbaba (Sultanbaba, 2980 m.) û Çîyayê Qereseqel (2959 m.), li başûr bi çîyayên Gêrsunet (Ardıç/Ardıçlı tepe. Ardıçlı gundê Pîlemûrê ye) û Kerenke re girseyek bilind û fireh çêdike. Ev girseya bilind di navbera çemên Qûtû (li rojhilat) û Qalanê (li rojava) de dimîne, di nav vê girseya bilind re jî çemên Îksor (Gözen, gundê Dêrsimê), Merga Sor (Çat, Çatköy, gundê Pûlûr) û Laçê (Laç, li ser rêya Pûlûr û Dêrsimê, piştî Pira Venkê tev li Çemê Mûnzûr dibe) derbas dibin. Van çeman ev girseya bilind ji hev xistine, gelek lat, gelî û newalên asê û pir tîk çêkirine ku di nav wan de, ger an meş pir dijwar e, heta li hin deran ne gengaz e.
Piştî komkujiya Dêrsimê dûrika Zazakî ya bi navê ‘HEWA DERE LAÇ’ wisa dest pê dike, “Ax halo halo / Hale ma yamano / Ordi onto ma ser / Carde welaxe ma nedano / Ala sere diyare Dere Laçi / Tede miz û dûmano…”[2] Dûrikek din ya li ser berxwedana li dor Çemê Laçê jî wisa ye; “De halo halo / Hale ma yamano / Ordîye Tirkî gurlax amo / Dorme ma qapano / Pirode bira pirode / Na qewxa aşîro nîya / Mereve Dersîmî (Kirmancîye) u zalimona Tirkano”[3]
Li başûrê Çemê Laçê Çîyayê Sor (Koyî Sûr, 2100 m.) bilind dibe. Di komkujîya Dêrsimê de li derdora vî çîyayî bi sedan Kurd hatine kuştin. Çîyayê Sor ji rojava ber bi rojhilat dirêj dibe, çîyayekî nîvbilind e, li ser vî çîyayî gelek girên tûjik hene. Hêla bakur ya ber bi Çemê Laçê tîktir û asêtir e. Li gelek deverên vî çîyayî darên mazî şîn tên. Li derdora Şixan (Akdik, gundê Pîlemûrê), li nêzîkî Pirde Sûr (Pirdo Sûr, Pira Sor, Kırmızı Köprü) Kemera Sûr (Zinarên Sor, Kırmızı Kayalık) heye. Li derdora Hesen Qajî (Hasangazi, gundê Pîlemûrê) şikefteke mezin heye. Li derdora Altûnû (Altınhüseyin, gundê Pîlemûrê) daristaneke kevnare û darên wê pir heye, di nav vê daristanê de gelek cî, war û wargehên çekdarên Kurdan hene.
Li devera ku Çemê Qûtû tev li Çemê Xarçîkê dibe Çîyayê Zel (Koyî Jel- Koye Jele, 2300 m.) bilind dibe, ev çîya bi qasî 10 kilometreyan li bakurê Dêrsimê dimîne, çîyayekî tujik, zinarî û asê ye. Li bakurê rojhilatê vî çîyayî darên hewrê (spîndar) yên qalikên wan reş şîn tên.

Çîyayê Zel, Çemê Qûtû û Çemê Xarçîk
Li rojavayê Çemê Qalanê Çîyayê Tûzikbaba (Tûjikbaba, Dojikbaba, 3100 m.) bilind dibe. Ev jî çîyayekî asê ye, lê li vê herêmê deverên herî asê derdorên çemên Qûtû û Laçê ne. Çeman bi maşîn, kolan û verotinê her dever perçe perçe kirine; derbend, lat, newal û gelîyên pir tîk û asê çêkirine.
Bi sedan heta bi hezaran şikeft û berqef li ser van çîyayan hene ku bi sedan mirov dikarin lê bisitirin. Di hemû têkoşîn, berxwedan û serhildanên Kurdan de van şikeft û berqefan ji lehengên Kurdîstanê re mahzûbantî kirine.
Çemê Mûnzûr, piştî Pûlûrê (Owacik) dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê, heta Çemê Xarçîkê wisa dom dike. Li vê deverê gund pir kêm in, li derdora Çemê Xarçîkê hek piçûk bin jî gund hene, çandinî li vê deverê heye, darên fêkî jî pir in, darên tû û gûzê pir şîn tên, bi taybet jî li gundê Paxê (Kocakoç, gundê Dêrsimê) pir in. Di Serhildana Dêrsimê de Pira Paxê ya textîn hatîye şewitandin.
Di navbera çemên Xarçîkê û Pêrî (Büyüksu) de, li bakurê Qisle (Nazımiye), ber bi Çîyayê Baxirê herêmek çîyayî, bilind û fireh heye. Bilindayîya hin girên vê herêmê li dor 2500 metreyan e. Ji Qisle ber bi bakur erd nizmtir dibe; zozanên ji hêla ax, av û gîhayê dewlemend pir in. Li derdora Deştê (Balpayam) zevî pirtir in. Çira Hay (Dereköy Şelalesi) li bakurê Qişle dimîne. Daristana Beşk (Bezik Ormanı) li derdora Qişle dimîne. Çîyayê Hamîk li rojhilatê Qişleyê dimîne, Xosim (Güzelpınar, ngundê Qişle) li ber vî çîyayî ye. Çîyayê Duzgunbaba, li başûrê rojavayê Qişleyê dimîne, ji bo Dêrsimîyan çîyayekî pîroz e. Çîyayê Tor (Koyê Tor), li bakurê Qişle dimîne. Li Qişleyê tenê gundîyên Kimsor (Yaylagil) bi Kurmancî dipeyivin. Çîyayê Taxkîn, li derdora Poxos (yalıntaş) li bakurê rojhilatê Qişle dimîne.
Li başûrê Berîya Zeranîgê (Yeşilyazı), Çîyayên Mûnzûrê Piçûk (Mûnzûrê Jêrîn) dirêj dibin. Ji rojava ber bi rojhilat Çîyayê Maran (Koyî Mar, Yılan dağı, 2500 m.), Çîyayê Xêrxelû (Kırklar dağı, 2700 m.), di navbera Xozat û Pûlûrê de Çîyayê Balikan (2460 m.), li qiraxa Çemê Mûnzûr Çîyayê Pokir (2460 m.) li vê herêmê ne. Çemên ji vir derdikevin û ber bi başûr ve diherikin, di nav van çîyayan re derbas dibin û gelî, newal û latên tîk û asê çêkirine.
Li nav van çeman devera herî asê û balkêş li bakurê Çemîşgezekê ye. Li serê Çemê Taxarê (Ormanyolu çayı. Taxar-Ormanyolu, gundê Xozatê), Derbenda Alî Boxazi (Ali Boğazı) devera herî asê ye. Ev dever bi çeman pir hatîye kolandin û verotin, palên vê deverê pir asê û tîk in, bi sedan şikeftên mezin û fireh hene ku gelek caran Kurd li van şikeftan sitirîne û xwe parastine. Avên ku ji rojavayê Çîyayên Mûnzûrê derdikevin, li Derbenda Alî Boxazi digîhêjin ser hev, Çemê Taxarê ji vir dest pê dike, di ber Çemîşgezegê re di nav derbendeke kûr re derbas dibe û digîje ser Kebanê.

Destpêka Çemê Taxarê û Çira (şelale) Alî Boxazî
Deşta li bakurê Xozatê hinekî dûztir e, hin rastên piçûk hene. Li van deran pir kêm be jî çandinî heye, lê ji hêla aborî ve gundên vê deverê pirtirîn bi xwedîkirina heywanan debara xwe dikin.
Li ser van çîyan darên mazî pir in, li derdorên çemên ber bi başûr ve diherikin gelek darên gûzê hene, li hin deran darên fêkî yên wek hirmî jî hene.
Li herêma Dêrsimê devera herî rast û berfireh Deşta Zeranîkê (Zeranîk, Yeşilyazı) ye. Navçeya Pûlûrê di nav vê deştê de dimîne, heta ji vê deştê re Deşta Pûlûrê (Owacik) jî tê gotin. Ev deşt, di navbera çîyayên Mûnzûrê Mezin û Mûnzûrê Piçûk de dimîne. Çemê Mûnzûr di nav vê deştê û navçeya Pûlûrê re derbas dibe; ev çem, Çîyayê Mûnzûrê Piçûk bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire, li derdora Dêrsimê bi Çemê Pîlemûrê re dibe yek û xwe bera ser Çemê Mûradê dide. Firehîya vê berîya ku ji rojhilat ber bi rojava dirêj dibe li dor 80-90 km2 ye. Bakur û başûrê vê berîyê bi çîyayên Mûnzûr ve hatîye dorgirtin, gelek çemên bi coş ji van çîyan xwe bera ser vê deştê didin. Çemê herî mezin û navdar Çemê Mûnzûr e, bi masî û zelalîya ava xwe pir bi nav û deng e. Axa vê deştê aluwyonî ye, li hêla bakur kevir û kuçik pir in, genim û ceh tên çandin, ji hêla fêkîyan ne dewlemend e. Kereng li vê hêlê pir e, ji van kerengan tiştekî wek benîşt jî çêdikin. Lê axa hêla başûr ji bo çandinîyê baştir e. Fasûleyên vê deverê bi nav û deng in.
Ber bi Gola Kebanê erd nizmtir dibe, ev dever jî çîyayî ye lê ne wek bakur bilind û asê ye. Bilindayî 1750 metreyî derbas nake. Çemên Pêrî, Mûnzûr, Sîngeç (Xozat) û Taxarê li vê deverê gelîyên fireh çêkirine. Li vê deverê erdên rast hek perçe perçe bin jî pirtir in. Avûhewaya vê deverê jî nermtir e. Li derdora Mazgêrdê berf 2-3 mehan li erdê dimîne, lê li vir herî pir mehekê berf li erdê dimîne. Ber bi Gola Kebanê çandinî û fêkî jî pirtir dibin û baştir şîn tên. Lê daristan jî kêmtir dibin heta namîne.
Ber bi Pêrîyê (Çarsancak) zevîyên berdar hene, li van zevîyan genim, ceh, tûtin, petîx û zebeş baş şîn dibin; tirî, tû bihîv û gûz pir in. Lê gelek zevîyên vê deverê di binê ava bendavê (baraj) de mane. Li hin deran pembo jî şîn dibe, heta li Muxundîyê (Darıkent, gundê Mazgêrd) jî pembo tê çandin, lê ne ewqas berdar e. Li hin deran darên hinar û hijîrê jî hene. Çemê Kare (Dere Kare, Kar deresi), li derdora Muxundî dimîne.

Çemê Pêrî




[1] Prof. Neşet Arslan, www.radikal.com.tr
[3] http://dersim.uzerine.com/index.jsp?objid=1643

Hiç yorum yok: